ÊLIH - Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz diyar kir ku dê di 8’ê Adarê de li Êlihê li qadan bin û got: “Em ê li qadan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin.”
Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dê li Êlihê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, dimeşin ber bi azadiyhê ve” mitîng were lidarxistin. Mitîng, dê saet di 11.00’ê de li Parka 8’ê Adarê were lidarxistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê weke axêver tev li bibe û hunermend Xecê dê derkeve ser dikê.
Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz têkildarî girîngiya 8’ê Adarê axivî û banga tevlibûna mitîngê li hemû jinan kir.
‘EM JI HÊZA TEORÎK Û PRATÎK BIBAWERIN’
Rûken Zeryam Işik Yildiz, bal kişand ser pêvajoya piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev gav ji bo tevgera jinên Kurd gavên gelek girîng û watedar in. Baweriya me ya bi hêza teorîk û pratîk tam e. Em bi vê pêvajoyê re ne. Weke aktîvîstên TJA’yê em ê di pêvajoyê de cih bigirin.”
Rûken Zeryam Işik Yildiz, destnîşan kir ku ew 8’ê Adara sedsalê dijîn û wiha pê de çû: “Rêhevala me ya rojnameger Cîhan Bîlgîn hate qetilkirin. Dê 8’ê Adara îsal diyarî wê were kirin. Bi navê starta çalakiyan li bajarê wê Midyadê hate dayin. Hem pêvajo hem jî ji ber ku qirkirina jinan derketiye lûtkeyê, 8’ê Adara îsal dê gelek watedar be.”
‘ROJA SERHILDANÊ’
Rûken Zeryam Işik Yildiz, diyar kir ku 8’ê Adarê roja serhildan û berxwedanê ye û wiha pê de çû: “Tevgera jinên Kurd ji rêzê nêzî 8’ê Adara îsal nabin. Di vê çarçoveyê de 129 qert ji girtîgehan re hatin şandin. Sedema şandina 129 qertan ew e ku 129 jinên 8’ê Adarê gihandin roja me bi zindî hatibûn şewitandin. Em li taxan şahiyên pir rengîn li dar dixin û dicivin. Her wiha em li dijî şerê taybet ê li dijî ciwanan têdikoşin. Em di şexsê Rojvelat Kizmazê de vê têkoşînê mezin dikin. Dê fînala xebatan jî mitîng be. Em bang li jinan dikin ku bi ziman, reng, tililî, dirûşm û daxwazên xwe li qada mitîngê bin.”
DAXWAZA AZADIYÊ
Rûken Zeryam Işik Yildiz, got ku li dijî jinan êrişên piralî hene û axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî van êrişên piralî divê em jî piralî bixebitin. Dema em xebatên 8’ê Adarê dimeşînin, di heman demê de xebatên birêxistinkirî dikin. Tevî vê, em ê daxwaza xwe ya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku afirînerê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye, jî biqîrin. Peyama birêz Ocalan ji bo jinan hebû. Em bi kelecaneke pir mezin vê bangê pêşwazî dikin. Weke birêz Abdullah Ocalan jî dibêje, dê jin bibin pêşengên demokrasiyê.”