MÊRDÎN - D.D.yê ku piştî ji PKK'yê veqetiya bi rêya "qanehkirinê" teslîmî Tirkiyeyê bû, piştî hat girtin cezayê muebbedê lê hat birîn.
Hat diyarkirin kesekî din ê ku piştî zextên li ser malbatan ji PKK'ê hat veqetandin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, hatiye girtin û cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. D.D., di sala 2020'î de ji PKK'ê veqetiya û derbasî Herêma Kurdistana Federe bû. D.D. li vir bi jineke ji ber sedemên siyasî firarî re zewicî. D.D. di sala 2021’ê de di qezayeke kar de hevsera xwe winda kir. D.D.yê ku xwest cenazeyê hevsera xwe bîne Tirkiyeyê, soz hat dayîn ku heke teslîm bibe û ji "qanûna poşmaniyê sûdê bigire" dê serbest bê berdan.
Li ser vê yekê D.D., di 5'ê Gulana 2021'ê de li Deriyê Sînor ê Xabûrê teslîm bû. Polîs, cendirme û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) li ser D.D.yê ku navê wî eşkere nekirin nûçeyeke wekî "bi rêya qanehkirinê terorîstek din gihaşt malbata xwe" serwîs kirin.
D.D., bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û piştî 6 mehan hat berdan. Lê lêpirsînên der barê D.D. hatibûn destpêkirin dewam kirin. Lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê veguherî dozê. Piştî dosye hatin yekkirin, îdianame hat amadekirin û D.D. bi "endamtiya rêxistinê", "xerakirina yekîtiya dewletê" û "kuştina bi qesdî" hat tawanbarkirin.
CEZAYÊ MUEBEDÊ LÊ HAT BIRÎN
Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê di Mijdara 2024'an de biryar da. D.D. bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebbeda yê giran xwar. Paşê ceza hat kêmkirin û cezayê muebedê lê hat birîn. Dadgehê paşê ev cezayê muebedê kêm kir, daxist 12 sal û 6 mehan.
MA / Ahmet Kanbal