STENBOL - Danîşîna doza li dijî rêveberên Baroya Stenbolê hatibû vekirin hat taloqkirin. Heyeta daxwaza tevlibûna Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) qebûl kir û di danîşîna bê de dê bi SEGBÎS’ê parastina rêveberê girtî Firat Epozdemîr bê girtin.
Danîşîna doza bi daxwaza betalkirina serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu û endamên lijneya rêveberiya baroyê û hilbijartina rêveberiya nû pêk hat. Danîşîna doza ku Kaboglu û endamên lijneya rêveberiya baroyê bi sûcdariya ku der barê rojnameger Cihan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşa bi dronan de hatin qetilkirin daxuyanî dan, doz li 27'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Di rûniştinê de nûnerên gelek partiyên siyasî yên neteweyî û navneteweyî, sendîka, sazî û rêxistinan amade bûn.
Danîşîna dozê piştî tesbîta nasnameyan dest pê kir. Heyeta dadgehê daxwaza nêzî 100 saziyên ku xwestin mudaxaleyî dozê bikin red kir.
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ NEANÎNA EPOZDEMÎR
Parêzerê Firat Epozdemîr, Baran Dogan bal kişand ser ku diviyabû muwekîlê wî bianîna salona dadgehê lê nehatiye anîn û wiha got: "Diviyabû Firat Epozdemîr li vir bûya. Firat xwest bi SEGÎS'ê re têkiliyê deyne, lê nehatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê, bêyî ku Firat li vir be ev doz pêk nayê. Şert û mercên rûniştina dozê pêk nehatine. Em daxwaz dikin ku Firat Epozdemîr bê danîşîna dozê û parastina wî bê girtin."
Heyeta dadgehê, li ser daxwazê binihêrin biryara berdewama danişîna dozê da.
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu diyar kir ku dosyaya dozê li Dadgeha Asliye Ceza li dijî Makeqanûnê ye û di esasê xwe de doz li 81 baroyan hatiye vekirin. Kaboglû sedemên binpêkirina Destûra Bingehîn bi vî rengî rave kir: "Nirxandina karên ne li rê yên baroyê ancax dikare bibe mijara edaleta îdarî. Madeya qanûna ku di vî alî de destûra Dadgehên Sivîl dide, li dijî Destûra Bingehîn e. Erk û desthilatdariyên rêveberiyên herêmî di nava dadgeriya îdarî de ne jî, ji ber ku darizandina baroyan li dadgeriya dadgeriyê ye, li dijî xala 135’emîn a Destûra Bingehîn û Xala 76’emîn a Qanûna Parêzeriyê û prensîba wekheviyê ye. Mijara baroyan a pêvajoyeke bi vî rengî, di warê ewlekariya qanûnî de nediyariyê diafirîne."
GIRÎNGIYA AZADIYA RAMANÊ
Serokê berê yê Baroya Stenbolê Tûrgût Kazan wiha got: "Eger baro bi vê rêbazê bê bêdengkirin, wê li Tirkiyeyê mafê parastinê û darizandina adîl têk biçe. Tê wateya têkçûna baroyan a dewleta hiqûqê. Ev doz binpêkirina ewlehiyê ye. Bi ya min ev doz bi hincetên hêsan ên prosedurê nayê bihîstin. Dozgerî qebûl dike ku propaganda hatiye kirin. propagandayê dike , dibêje , " di manewî de tevkarî li rêxistinê dike . Divê ez rave bikim bê ka Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Kasetê biryareke çawa daye.”
Kazan di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dirûşmeyên weke ' Bîjî serok Apo ' hatin berzkirin . Dadgehê ji bo cezakirinê hewl da. Lê Dadgeha Bilind biryar da ku ew di çarçoveya azadiya ramanê de ye. Dozgerî dibêje , ‘propaganda xwedî bandoreke erênî ye’. Gotinên bi vî rengî yên wekî 'Selam selam, hezar silav ji Îmraliyê re' wek sûc nehatin dîtin û di çarçoveya azadiya ramanê de hatin nirxandin. Lê lêpirsîneke bi vî rengî li me hate vekirin. Li vê derê, hawira hiqûqê ya ewle ya hemû hempîşeyên me ji holê tê rakirin. Ez daxwazê ji Dadgeha Makeqanûnê dikim ku daxwazê binirxîne.”
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan xebat û peyamên baroyê di çarçoveya hiqûqê de pêk hatiye û ev mudaxale li hemberî hemû hiqûqnasan e.
BIRYAR
Heyeta dadgehê biryar da ku mudaxaleya TTB’ê bê qebûlkirin, daxwaza şandina dosyayê ji dadgeha îdarî re bê redkirin û di danîşîna bê de bi SEGBÎS'ê endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr parastinê bike. Danîşîna dozê taloqî 21 'ê Adarê hat kirin.