TJA: Ji bo banga Abdullah Ocalan em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin

  • jin
  • 14:20 4 Adar 2025
  • |
img

AMED - TJA’yê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan weke firsendeke dîrokî nirxand û got: “Em xwedî li banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derdikevin û ji bo jiyanîkirina bangê em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJ’yê diyar kir ku ji ber şeran gelan gelek êş kişandine û bal kişand ser girîngiya banga dîrokî ya Abdullah Ocalan. TJA’yê got ku banga Abdullah ne tenê ji bo Kurdan û Tirkan lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn mîladek e.  
 
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye: 
 
“Di vê dema ku em bi wê rastiyê re rû bi rû ne ku rejîmên şer ên sedsala 21'an êş û azarên mezin li gelan dikişînin de, daxuyaniya dîrokî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Gelên Kurd û Tirk, ji bo hemû civakên Rojhilata Navîn weke xaleke veguhertinê ye. Di dema ku banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk ji bo gelên welatê me û herêmê yên ku rastiya şer, trajediyên mezin tên jiyîn rastiyeke nû ya jiyan û têkoşînê bi rêxistin dike, rastiya ku di qadên şer de komkujiyên herî dijwar ên li ser jinan û tundiya li dijî jin û zarokan tê jiyîn, nîşanî me dide ku ev bangawazî çiqas jiyanî ye. Di heman demê de em dikevin serdemeke ku dema axaftinê ya jinê ye û têkoşîna azadiya jinê û civaka demokratîk wê hîn çalaktir bibe.
 
RÊXISTINKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK 
 
Çûyîna ber bi qonaxeke ku jinên ku ji ber nîqaşên zayendperestî, ol, neteweperestî û zanistiyê bê rêxistin mane û timî hatine paşguhkirin, niha ji bo aştî û demokrasiyê bi hêztir xwe birêxistin bikin, bi xurtî têbikoşin û serkeftinên mezintir bi dest bixin, bi şîrovekirina me ya rast a vê bangê, bi berpirsyariya bangewaziyê û hembêzkirina pêvajoyê ve girêdayî ye. Banga aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hemû mafan bi taybet jin û zarokan banga serdemeke geş e. Di rastiyê de ku bandorek pir mezin li seranserê cîhanê dike, bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ya ku wê herî zêde hêz û destekê bide vê pêvajoyê jin e û ev rastiyeke ku bi destkeftî û têkoşîna jinê dikare civaka demokratîk were birêxistinkirin.
 
FELSEFEYA JIN JIYAN AZADΠ
 
Weke Tevgera Jinên Azad em banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dinirxînin û ji raya giştî û gelê xwe re radigihînin ku em ê bi hemû jinan re bi hemû seferberî têkoşînê bidin jiyanî. Divê em ji bîr nekin ku têkoşîna azadiya jinê hem hêza rêxistinkirinê ye, hem jî temînata aştî û demokrasiyê ye. Ev banga dîrokî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di heman demê de mîmarê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' ye, berpirsyariyeke bi vî rengî li ser hemû jinan ferz dike.
 
TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BIRÊXISTIN BIKIN 
 
Rastiya ku paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk a demokratîk ancax di civakên demokratîk ên ku aştiya bi rûmet de pêk hatine de wê bibe jiyanî û gerdûnî hem berpirsyariya dîrokî û hem jî armanca herî dawî ya me jinên Kurd e ku têkoşîna azadiya jinê dimeşînin. Ji ber ku tevgera azadiya jinên Kurd, bi tecrubeyên mezin ên ku ji têkoşîna xwe ya demdirêj bi dest xistiye, xwedî naveroka teorîk û pratîkî ye ku li ser bingeha banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan civaka demokratîk bi rêxistin bike. Her têkoşîna ku em ji bo aştiya bi rûmet dimeşînin, di heman demê de têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest a mêr e. Ji ber vê yekê wê jin di vê serdema nû de li dijî şer û desthilatdariya mêr têkoşîna aştiyê bi rêxistin bikin.
 
BÊYÎ WINDAKIRINA DEMÊ PROJEYÊN PÊWÎST BIXIN MERIYETÊ 
 
Ji ber ku banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a 'Aştî û Civaka Demokratîk' ji bo hemû gelên Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ava dike, berpirsyariyên giran dikeve ser milê desthilatdariya heyî û rayedarên dewletê. Divê beriya her tiştî ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şert û mercên xebata azad bên afirandin. Ji bo ku şer û pevçûn bi dawî bibe û pêvajo bi aramî pêş bikeve, pêwîst e gavên siyasî û yasayî bên avêtin û rêziknameyên qanûnî yên pêwîst bi lezgînî bên danîn, lê divê bêyî windakirina demê bername, proje û planên pêwîst ji bo vê yekê bên cîbicîkirin.
 
TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN 
 
Bi vekirina rê li ber avakirina 'Aştî û Civaka Demokratîk' mirov dikarin bi eşq û cudahiyên xwe yên taybet ên bi salan hesreta wan bi hev re bijîn, ji nû ve bi dest bixin. Em bang li hemû jinên ku di wê baweriyê de ne ku pêkan e bi hev re wekhev û azad bijîn, li dora vê bangê bibin yek, aştiyê bi hêztir hembêz bikin û ji bo vê bi awayekî aktîf têbikoşin. Jinên Kurd bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re wê banga vê avakirina dîrokî ya 'Aştî û Civaka Demokratîk' bigrin dest û hem bibin pêşeng û hem jî mîmarên pêvajoya ku wê pêş bikeve. Bi ruhê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê Newroza ku bûne sembola berxwedanê, li qadan, kolanan, bajaran, gundan li her cihê ku jin lê be; hemû jin vê bangê hembêz bikin; Em bi dirûşma 'Hemû jinên ku bi rûmet xwe bi rêxistin dikin, li ber xwe didin, têdikoşin û berdêla vê yekê dane wê aştiya bi rûmet û civaka demokratîk pêk bînin’ bang li jinan dikin ku têkoşînê mezin bikin." 
 

Sernavên din

22/03/2025
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek