TJA: Ji bo banga Abdullah Ocalan em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin 2025-03-04 14:20:23 AMED - TJA’yê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan weke firsendeke dîrokî nirxand û got: “Em xwedî li banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derdikevin û ji bo jiyanîkirina bangê em ê bi ruhê seferberiyê têbikoşin.” Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJ’yê diyar kir ku ji ber şeran gelan gelek êş kişandine û bal kişand ser girîngiya banga dîrokî ya Abdullah Ocalan. TJA’yê got ku banga Abdullah ne tenê ji bo Kurdan û Tirkan lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn mîladek e.     Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:    “Di vê dema ku em bi wê rastiyê re rû bi rû ne ku rejîmên şer ên sedsala 21'an êş û azarên mezin li gelan dikişînin de, daxuyaniya dîrokî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Gelên Kurd û Tirk, ji bo hemû civakên Rojhilata Navîn weke xaleke veguhertinê ye. Di dema ku banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk ji bo gelên welatê me û herêmê yên ku rastiya şer, trajediyên mezin tên jiyîn rastiyeke nû ya jiyan û têkoşînê bi rêxistin dike, rastiya ku di qadên şer de komkujiyên herî dijwar ên li ser jinan û tundiya li dijî jin û zarokan tê jiyîn, nîşanî me dide ku ev bangawazî çiqas jiyanî ye. Di heman demê de em dikevin serdemeke ku dema axaftinê ya jinê ye û têkoşîna azadiya jinê û civaka demokratîk wê hîn çalaktir bibe.   RÊXISTINKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK    Çûyîna ber bi qonaxeke ku jinên ku ji ber nîqaşên zayendperestî, ol, neteweperestî û zanistiyê bê rêxistin mane û timî hatine paşguhkirin, niha ji bo aştî û demokrasiyê bi hêztir xwe birêxistin bikin, bi xurtî têbikoşin û serkeftinên mezintir bi dest bixin, bi şîrovekirina me ya rast a vê bangê, bi berpirsyariya bangewaziyê û hembêzkirina pêvajoyê ve girêdayî ye. Banga aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hemû mafan bi taybet jin û zarokan banga serdemeke geş e. Di rastiyê de ku bandorek pir mezin li seranserê cîhanê dike, bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ya ku wê herî zêde hêz û destekê bide vê pêvajoyê jin e û ev rastiyeke ku bi destkeftî û têkoşîna jinê dikare civaka demokratîk were birêxistinkirin.   FELSEFEYA JIN JIYAN AZADΠ   Weke Tevgera Jinên Azad em banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dinirxînin û ji raya giştî û gelê xwe re radigihînin ku em ê bi hemû jinan re bi hemû seferberî têkoşînê bidin jiyanî. Divê em ji bîr nekin ku têkoşîna azadiya jinê hem hêza rêxistinkirinê ye, hem jî temînata aştî û demokrasiyê ye. Ev banga dîrokî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di heman demê de mîmarê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' ye, berpirsyariyeke bi vî rengî li ser hemû jinan ferz dike.   TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BIRÊXISTIN BIKIN    Rastiya ku paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk a demokratîk ancax di civakên demokratîk ên ku aştiya bi rûmet de pêk hatine de wê bibe jiyanî û gerdûnî hem berpirsyariya dîrokî û hem jî armanca herî dawî ya me jinên Kurd e ku têkoşîna azadiya jinê dimeşînin. Ji ber ku tevgera azadiya jinên Kurd, bi tecrubeyên mezin ên ku ji têkoşîna xwe ya demdirêj bi dest xistiye, xwedî naveroka teorîk û pratîkî ye ku li ser bingeha banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan civaka demokratîk bi rêxistin bike. Her têkoşîna ku em ji bo aştiya bi rûmet dimeşînin, di heman demê de têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest a mêr e. Ji ber vê yekê wê jin di vê serdema nû de li dijî şer û desthilatdariya mêr têkoşîna aştiyê bi rêxistin bikin.   BÊYÎ WINDAKIRINA DEMÊ PROJEYÊN PÊWÎST BIXIN MERIYETÊ    Ji ber ku banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a 'Aştî û Civaka Demokratîk' ji bo hemû gelên Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ava dike, berpirsyariyên giran dikeve ser milê desthilatdariya heyî û rayedarên dewletê. Divê beriya her tiştî ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şert û mercên xebata azad bên afirandin. Ji bo ku şer û pevçûn bi dawî bibe û pêvajo bi aramî pêş bikeve, pêwîst e gavên siyasî û yasayî bên avêtin û rêziknameyên qanûnî yên pêwîst bi lezgînî bên danîn, lê divê bêyî windakirina demê bername, proje û planên pêwîst ji bo vê yekê bên cîbicîkirin.   TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN    Bi vekirina rê li ber avakirina 'Aştî û Civaka Demokratîk' mirov dikarin bi eşq û cudahiyên xwe yên taybet ên bi salan hesreta wan bi hev re bijîn, ji nû ve bi dest bixin. Em bang li hemû jinên ku di wê baweriyê de ne ku pêkan e bi hev re wekhev û azad bijîn, li dora vê bangê bibin yek, aştiyê bi hêztir hembêz bikin û ji bo vê bi awayekî aktîf têbikoşin. Jinên Kurd bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re wê banga vê avakirina dîrokî ya 'Aştî û Civaka Demokratîk' bigrin dest û hem bibin pêşeng û hem jî mîmarên pêvajoya ku wê pêş bikeve. Bi ruhê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê Newroza ku bûne sembola berxwedanê, li qadan, kolanan, bajaran, gundan li her cihê ku jin lê be; hemû jin vê bangê hembêz bikin; Em bi dirûşma 'Hemû jinên ku bi rûmet xwe bi rêxistin dikin, li ber xwe didin, têdikoşin û berdêla vê yekê dane wê aştiya bi rûmet û civaka demokratîk pêk bînin’ bang li jinan dikin ku têkoşînê mezin bikin."