STENBOL - Li gorî rapora KCDP’ê, di meha Sibatê de 16 jin hatin qetilkirin û 21 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya têkildarî cînayeên jinan ên di meha Sibatê de hatine kirin, aşkera kir. Li gorî raporê, di Sibata 2025’an de 16 jin hatin qetilkirin û 21 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
JIN HERÎ ZÊDE LI MALAN HATIN QETILKIRIN
Li gorî raporê; ji 16 jinên di meha Sibatê de hatine qetilkirin 4 jê ji hêla hevjînên xwe ve, 4 jê ji hêla hevjînên xwe yên berê ve, 3 jê ji hêla kurên xwe ve, 2 jê ji hêla zilamên ku berê bi hev re bûn, jinek ji hêla zilamê ku têkiliya wan bi hev re hebû, yek ji hêla bavê xwe ve û yek jî ji hêla xizmê xwe ve hate qetilkirin. Ji jinan 11 jê li mala xwe, 2 jê li kolanê, yek jê li cihekî beyare, yek jê li cihê kar û yek jî li pêşiya dibistanê hate qetilkirin.
Li gorî daneyan, ji 69’ê jinên vê mehê hatin qetilkirin, li mala xwe hatine qetilkirin.