ENQERE - Lijneyên rayedar ên DEM Partiyê ji bo nirxandina banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’’ dê sê rojan civînan li dar bixe.
Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê Meclîsa Partiyê û hevserokên bajêran dê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatînogûllari û Tûncer Bakirhan roja Yekşemê civînekê li dar bixin.
Hate ragihandin ku dê civîn li navenda giştî ya partiyê ya li navçeya Balgatê were lidarxistin.
Roja Duşemê dê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) li bînaya partiyê ya li Buklumê bicive. Roja Çarşemê jî dê bi serokatiya hevserokên giştî li navenda giştî ya partiyê ya li navçeya Balgatê civînek were lidarxistin.