Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê

img

STENBOL - Karkera malê Sûltan Karasûyê diyar kir ku ew ê ji bo mafên xwe di 8'ê Adarê de li qadan bin û got: "Tişta ku em dixwazin keda me were dîtin û cihê me di qanûnê de hebe."

Jin amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dikin û hewl didin li dijî newekhevî û cudakariya li qadan bin. Yek ji rojeva girîng a îsal jî kûrbûna krîza aborî, xizaniya jinan û keda bê heqdest e. Jin li gorî mêran neçar dimînin ku di şert û mercên nermtir, ne ewletir û dijwar de bixebitin û di heman demê de bi keda nexuya ya malê re du caran keda wan tê xwarin. 
 
Karê malê ji bo jinan yek ji qadên herî bê ewle ye. Ne di peymanên navneteweyî ne jî di hiqûqa navxweyî de karleirya nava malê nehatiye pênasekirin. Ev yek kedxwariyê zêdetir dike. 
 
 
Endama Sendîkaya Kedkarên Malê ya Îmece Sûltan Karasûyê şert û mercên xebatê vegotin û bang li hemû jinan kir ku ji bo mafên xwe di 8'ê Adarê de li qadan bin.
 
Sûltan Karasûyê diyar kir ku 6 sal berê piştî hevdîtina bi sendîkayê re ew hînî mafên xwe bûne û got: “Dewlet tu mafên ewlehiya civakî nas nake, em di çîna karkeran de ne. Hebûna me tune, em di qanûnan de nînin, di çavê mirovan de nînin. Ji karkerên înşaetê re dibêjin karkerên înşaetê, lê navê me tune, keda me ya nayê dîtin. Di xaniyên ku em diçinê de ewlehiya me tune. Heger karker tenê kêliyekê bala xwe winda bike, dê bike û dibe ku bimire yan jî seqet bibe. Mixabin gelek hevalên me yên kedkarên malê bi vî awayî jiyana xwe ji dest didin. Divê pêşî li van bê girtin."
 
Sûltan Karasûyê diyar kir ku ji ber ku sîgorta wan tune ye ji ber kar gelek pirsgirêkên wan ên tenduristiyê derketine û xwest ku rêziknameyên qanûnî bên çêkirin. Sûltan Karasûyê got: “Kardêr der barê heqdestê rojane de bi me re danûstandinan dike. Çima keda min mijara muzakereyê ye? Em ê li qadan dengê xwe bilind bikin. Heta ku em dengê xwe bigihînin kesên ku nabihîzin. Em dixwazin ILO C189 bê îmzekirin. Li gelek welatan hatiye îmzekirin. Tirkiye li benda çi ye? Çima qebûl nake û îmze bike? Ma dê çend kesên din dê ji pencereyê bikevin û bimirin?"
 
BANGAWAZÎ
 
Sûltan Karasûyê anî ziman ku ew ê tu carî li hemberî neheqiyê bêdeng nemînin û serî netewînin û bang li hemû jinên kedkarên malê kir ku di Sendîkaya Kedkarên Malê ya Îmece de bi rêxistin bibin. Sûltan Karasûyê diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê de ji bo mafên xwe derkevin qadan û wiha got: “Li welatê me jinbûn hîn dijwartir e. Ez bi şev saet di 04.30 de li otobusê siwar dibim û di saet 05.00’an de dest bi kar dikim. Em 12-13 hevalên jin in, du saetan karê me yê paqijiyê heye. Di wê saetê de em silavê didin rojê. Hîn roj derneketiye, em li ser rêyan ji bo nanê xwe têdikoşin. Em du saetan li wir dixebitin, paşê sê saetan diçin cihekî din. Em tên malê, xebatên me yên ji bo domandina jiyana li malê, karê malê naqede. Xwarin, cilşûştinê, firavîn... Carinan dibe ku 24 saet jî têrê neke. Di nava rojê de rawestîn û bêhnvedan tune. Bila dengê van jinan bê bihîstin û bi me re bin. Bila bi serbilindî û bi zanebûn maf û daxwazên xwe li qadan biqîrin. Ez bang li hemû jinan dikim ku beşdarî 8'ê Adarê bibin."
 
MA / Yeşîm Tukel
 
 

Sernavên din

14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:16 Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
13:05 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
13:03 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e
13:03 Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
13:02 Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
12:10 Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
11:57 Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
11:37 Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
11:32 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
11:12 Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
10:41 Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
10:36 33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
09:56 Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
09:03 Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
09:00 ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN
08:47 Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
07:36 Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
27/02/2025
23:59 Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
21:54 Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
20:53 Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
18:07 Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
18:04 Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
17:56 Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
16:58 Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
16:48 Wêneyê banga dîrokî
16:31 Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê - HATE NÛKIRIN
15:49 Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn
15:31 Banga dîrokî dê bi wêne be
15:27 Li Amedê gel diherike Qada Şêx Seîd
15:12 Herî kêm 300 rojnameger dê banga dîrokî bişopînin
15:10 Di çalakiyên 8’ê Adarê de gel vexwendin banga dîrokî
14:18 Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
14:06 Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
13:59 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Qirkirina Ermenan’ beraet kir
13:37 Li 7 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ekranên mezin hatin danîn
13:17 SOHR: Di nava 24 saetan de herî kêm 5 kes hatin kuştin
13:03 Xelkê Botanê ji bo banga dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ket
12:31 Amed xwe ji bo banga dîrokî amade dike
12:30 Qada Bajar a Wanê ji bo banga dîrokî amade ye
11:58 Cihê ku dê banga dîrokî lê were kirin diyar bû
11:56 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:54 Parlamentoya Îranê pêşniyarqanûna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê red kir
11:28 Ji bo daxuyaniya dîrokî dê li Silêmaniyê ekranên mezin bên danîn
11:12 Ji Ewropayê ji bo banga dîrokî daxuyanî: Em li navendên civakî bên gel hev
10:27 Li Rîzeyê bi awayekî keyfî lêpirsîn li girtiyan tên vekirin
10:26 Rêveberiya Xweser êrişa ser Şedadê şermezar kir
10:25 Ji bo peyama Abdullah Ocalan gel vexwendin Qada Şêx Seîd
09:52 Amed li benda banga dîrokî ye: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:50 Tehliyeya Esmer ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:09 Wekî delîl nehatibûn qebûlkirin: Dîmenên îşkenceyê derketin holê
09:05 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
09:05 Jin wê ji bo mafên xwe û jiyana xwe li qadan bên cem hev
09:02 Şaredariya Sûrê wê navenda derûnî û şêwirmendiya hiqûqî ya jinan veke
09:01 Li Şirnexê şerê taybet: Polîtîkaya bêcezatiyê îstismarê zêde dike
09:00 ROJEVA 27’Ê SIBATA 2025’AN
08:18 Şaredarê Beykozê Koseler hate binçavkirin
26/02/2025
21:48 Çalakiya Cenevreyê di meha 50'emîn de ye: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
21:41 Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
21:15 Dê daxuyaniya Îmraliyê li Amed û Wanê di ekranên mezin de bê dayîn
20:29 Dîrok û cihê daxuyaniya ku dê Heyeta Îmraliyê bide guherî
16:58 Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin?
16:28 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin
16:17 Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn
13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Egeyê starta 8’ê Adarê: Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer li qadan bin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin