Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê 2025-02-28 09:03:49 STENBOL - Karkera malê Sûltan Karasûyê diyar kir ku ew ê ji bo mafên xwe di 8'ê Adarê de li qadan bin û got: "Tişta ku em dixwazin keda me were dîtin û cihê me di qanûnê de hebe." Jin amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dikin û hewl didin li dijî newekhevî û cudakariya li qadan bin. Yek ji rojeva girîng a îsal jî kûrbûna krîza aborî, xizaniya jinan û keda bê heqdest e. Jin li gorî mêran neçar dimînin ku di şert û mercên nermtir, ne ewletir û dijwar de bixebitin û di heman demê de bi keda nexuya ya malê re du caran keda wan tê xwarin.    Karê malê ji bo jinan yek ji qadên herî bê ewle ye. Ne di peymanên navneteweyî ne jî di hiqûqa navxweyî de karleirya nava malê nehatiye pênasekirin. Ev yek kedxwariyê zêdetir dike.      Endama Sendîkaya Kedkarên Malê ya Îmece Sûltan Karasûyê şert û mercên xebatê vegotin û bang li hemû jinan kir ku ji bo mafên xwe di 8'ê Adarê de li qadan bin.   Sûltan Karasûyê diyar kir ku 6 sal berê piştî hevdîtina bi sendîkayê re ew hînî mafên xwe bûne û got: “Dewlet tu mafên ewlehiya civakî nas nake, em di çîna karkeran de ne. Hebûna me tune, em di qanûnan de nînin, di çavê mirovan de nînin. Ji karkerên înşaetê re dibêjin karkerên înşaetê, lê navê me tune, keda me ya nayê dîtin. Di xaniyên ku em diçinê de ewlehiya me tune. Heger karker tenê kêliyekê bala xwe winda bike, dê bike û dibe ku bimire yan jî seqet bibe. Mixabin gelek hevalên me yên kedkarên malê bi vî awayî jiyana xwe ji dest didin. Divê pêşî li van bê girtin."   Sûltan Karasûyê diyar kir ku ji ber ku sîgorta wan tune ye ji ber kar gelek pirsgirêkên wan ên tenduristiyê derketine û xwest ku rêziknameyên qanûnî bên çêkirin. Sûltan Karasûyê got: “Kardêr der barê heqdestê rojane de bi me re danûstandinan dike. Çima keda min mijara muzakereyê ye? Em ê li qadan dengê xwe bilind bikin. Heta ku em dengê xwe bigihînin kesên ku nabihîzin. Em dixwazin ILO C189 bê îmzekirin. Li gelek welatan hatiye îmzekirin. Tirkiye li benda çi ye? Çima qebûl nake û îmze bike? Ma dê çend kesên din dê ji pencereyê bikevin û bimirin?"   BANGAWAZÎ   Sûltan Karasûyê anî ziman ku ew ê tu carî li hemberî neheqiyê bêdeng nemînin û serî netewînin û bang li hemû jinên kedkarên malê kir ku di Sendîkaya Kedkarên Malê ya Îmece de bi rêxistin bibin. Sûltan Karasûyê diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê de ji bo mafên xwe derkevin qadan û wiha got: “Li welatê me jinbûn hîn dijwartir e. Ez bi şev saet di 04.30 de li otobusê siwar dibim û di saet 05.00’an de dest bi kar dikim. Em 12-13 hevalên jin in, du saetan karê me yê paqijiyê heye. Di wê saetê de em silavê didin rojê. Hîn roj derneketiye, em li ser rêyan ji bo nanê xwe têdikoşin. Em du saetan li wir dixebitin, paşê sê saetan diçin cihekî din. Em tên malê, xebatên me yên ji bo domandina jiyana li malê, karê malê naqede. Xwarin, cilşûştinê, firavîn... Carinan dibe ku 24 saet jî têrê neke. Di nava rojê de rawestîn û bêhnvedan tune. Bila dengê van jinan bê bihîstin û bi me re bin. Bila bi serbilindî û bi zanebûn maf û daxwazên xwe li qadan biqîrin. Ez bang li hemû jinan dikim ku beşdarî 8'ê Adarê bibin."   MA / Yeşîm Tukel