WAN - Rojnameger Bîlal Babat û Behçet Bayhan jî di nav de 22 kesên li Wanê hatin binçavkirin bêyî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Girtîgeha Cezayên Sulhê hatin kirin.
Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk li şûna Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedalê qeyûm tayîn kir. Li dijî tayînkirina qeyûm, li bajar çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin. Di êrişa polîsan de nûçegihanê ajansa me Bîlal Babat û rojnameger Behçet Bayhan jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin.
Her 22 binçavkirî jî bêyî îfadeya li dozgeriyê were girtin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Hat zanîn ku binçavkirî bi îdiaya “Bêçek beşdarî civîn û meşên derqanûnî bûne û tevî hişyariyê jî bi xwe belav nebûne” hatin sûcdarkirin.