WAN - Gelê Wanê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li kolanan e. Tevî êrişên polîsan jî gel kolanan naterikîne.
Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên li bajar dest pê kirin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenter, hevşaredar û gelek kesên hatin Qada Beşyolê xwestin meşê li dar bixin. Polîsan dor li girseyê girtin û destûr nedan meş bê lidarxistin. Di vê navberê de polîsan êrişî girseyê kirin û gelek kes derb kirin. Li ser vê yekê gelê li derdorê jî bi çepikan û dirûşman dest bi meşê kirin.
Rageşiya li ser Cadeya Cumhuriyetê didome û gelek kes hatin binçavkirin.
ESNAFAN DERABE VENEKIRIN
Protesteyên ku li ser Cadeya Cumhuriyetê dest pê kirin, li cade û kolanên bajar belav bûn. Çalakiyên li taxan jî berdewam in. Stûnên ceyranê yên li Kolana Hunerê, Cadeya Mereşê û gelek noqteyên din hatin wergerandin û gel ji konteynirên gilêşî ji xwe re berîqet çêkir. Tevahiya esnafên li navenda bajar derabeyên dikanên xwe girtin û pevçûnên piştî êrişên polîsan dest pê kirin li tevahiya kolanan belav bûne.
Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek kesên pê re jî li ser Cadeya Cumhuriyetê dest bi meşê kirin. Gel jî bi çepik û dirûşman piştgirî da meşê.
‘DARBEKAR JI GEL DITIRSIN’
Meş di dorpêça polîsan de dewam kir. Gulîstan Kiliç Koçyîgît di meşê de axivî û wiha got: “Em dibînin ku polîs ji silava gel û dewlet jî ji îradeya gel ditirse. Talanker ji gel ditirsin, darbekar ji gel ditirsin. Her der tije polîs kirine û li her derê talanker hene. Em dibînin ku dewlet ji Wanê ditirse. Hem talanker in û hem jî tirsonek in û bi têkoşîna gelê Wanê dê demokratî were vî welatî. Bi xwedîderketina îradeya xwe ve dê demokrasî were. Dê bi sekna bi rûmet a gelê Wanê pêk were û em bi gelê xwe serbilind in.”
Di meşê de gel bênavber dirûşmên; ‘Neslîhan Şedal rûmeta me ye’, ‘Abdullah Zeydan rûmeta me ye’, ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ berz kirin, welatiyan jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê. Hevşaredar Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal jî bi berzkirina dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ bertekên xwe anîn ziman û balkişandin ser têkoşînê.
Li bajar çalakiyên protestoyê dewam dikin û dê bi tevlêbûna hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakir daxuyanî bê dayîn.