AMED – Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat (GGC) bertek nîşanî li Wanê binçavkirina 6 rojnamegeran da û xwest behîhûqî bi dawî bibe û rojnameger serbest bên berdan.
Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat (GGC) têkildarî serdargirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û binçavkirina 6 rojnamegeran daxuyanike nivîskî da. GGC'ê da zanîn ku binçavkirina rojnamegeran êrîşeke li hemberî azadiya ragihandinê, mafê agahî wergirtinê ye û wiha got: “Rojnameger Rabîa Onver, Bîlal Babat, Mehmet Guleş, Medîne Mamedoglu, Behçet Bayhan û Rûşen Takva di dema şopandina nûçe de hatine binçavkirin û em binçavkirina wan qebûl nakin. Li Tirkiyeyê di dema şopandina nûçe de binçavkirina rojnamegeran asta zext û bêhiqûqiyê û azadiya çapemeniyê radixe ber çavan.”
‘BILA ROJNAMEGER SERBEST BÊN BERDAN’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnameger ji bo agahdarkirina gel nûçe dişopînin, ev sûc nîn e û wiha hat gotin: “Bi awayekî azad karkirina rojnamegeran ji bo civakeke demokratîk tiştek devjê neyê berdan e. Binçavkirina rojnamegeran , mafê gel yê agahî wergirtinê asteng dike û zextên li ser çapemeniyê zêdetir dike. Em bang li rayedaran dikin; bila bêhiqûqiya li hemberî rojnamegeran bi dawî bibe, rojnamegerên ku hatine binçavkirin bila serbest bên berdan û azadiya ragihandinê bê mîsogerkirin.”