AMED – DBP’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî qeyûm tayînkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û wiha got: “Em dizî, xesp û darbeyên li dijî îradeya gel bi tu avayî qebûl nakin û van biryaran nas nakin. Li dijî darbekaran dê berxwedan û têkoşîna me bidome.”
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê têkildarî qeyûm tayînkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktîdara AKP’ê îradeya gelê Kurd xesp dike, tune dihesibîne û ev tişt hatin parvekirin: “Li cîhanê her tişt diguhere û vediguhere û tişta tenê naguhere dijminatiya li hemberî Kurdan a berdevkên dewletê û pergala fermî ne. Yên ku îro qeyûman tayîn dikin berdewama Plana Islahkirina Şerqê û OHAL’ê ne û vê hişmendiyê înkar û yekperest ku nasnameya gelê Kurd tune dihesiband.”
‘BILA TABELAYÊN RIZYANE MÊZE BIKIN’
DBP’ê da zanîn ku di serdemeke ku ‘çareserî û aştî’ tê nîqaşkirin de polîtîkayên dijminatiya li hemberî Kurdan, zext û xesp dewam û wiha hat gotin: “Di dema hilbijartinên rêveberiyên herêmî de ji bo têkçûna xwe ya li Wanê û navçeyên Wanê veşêrin xwestin mazbatayê teslîm nekin û li hemberî berxwedana gel neçar man paşve gav biavêjin. Bêyî ku bingeh hebe hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan tê sûcdarkirin û bi boneya vê cezayê dixwazin qeyûm tayîn bikin û bi rojane gelê Wanê li ser piyan e û ji bo parastina îradeyê li ber xwe dide. Di encama civînên korsan biryar girtin danê sibehê bi darbeyê êrîşî gel kirin û bûn parçeyek vê hişmendiya qirêj.” Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku 3 serdem in AKP bi tayînkirina qeyûman ve îradeya gel xesp dike û yên ku dixwazin bi polîtîkayên îmha, înkar û zextan tiştekî bi dest bixin, bila tabelayên rizyayî yên partiyên berê mêze bikin. Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku vê biryarê nas nakin û dê li hemberî darbekaran berxwedana xwe bidomînin.