NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanan di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de li Dîlok û Stenbolê pankart daliqandin û li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Ciwanan, banga “Ji Abdullah Ocalan re azadî” kirin.
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek taxên Dîlokê ji hêla ciwanan ve hate protestokirin. Ciwanan, bi boneya 26’emîn salvegera komployê li gelek cihan pankartên “Mizgîniya Roja me wê hemû rojên reş ronî bike" û "Ji roja reş ber bi azadiyê ve” daliqandin. Her wiha li ser gelek dîwaran jî nivîsên "Bimre komploya 15’ê Sibatê” û “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hatin nivîsandin.
STENBOL
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek navçeyên Stenbolê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê protesto kirin.
Ciwanan, posterên Abdullah Ocalan bi piran ve daliqandin û komplo protesto kirin. Piştî daliqandina posteran, ciwanan nîşaneyên serkeftinê kirin û dirûşm berz kirin. Li gelek navçeyên Stenbolê ciwanan wêneyên Abdullah Ocalan bi pacên erebeyan ve kirin. Di wêneyan de nivîsên “Êdî dê tu hêz nekare hêza înkarkirina nasname, ziman û çanda me di xwe de bibîne”, “Gelekî bê Rêbertî mîna xaka beyare ye” hatin nivîandin. Her wiha pankarta “Mizgîniya roja me wê hemû rojên reş ronî bike” hate daliqandin.
Li hêla din silûetên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser dîwaran hatin xêzkirin û nivîsên “Ji Ocalan re azadî” û “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hatin nivîsandin.