NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, wiha got: “Dê derbekar winda bikin, gel dê bi ser keve.” Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê jî got: “Em banga parastina demokrasî û hiqûqê li her kesî dikin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Zeydan, wiha got: “Dizên bêşerm îradeya xelkê Wanê xesp kirin. Dê derbekar winda bikin, gel dê bi ser keve.”
'EM BANGA PARASTINA HIQÛQÊ DIKIN’
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê jî li dar hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê birûmet ê Wanê bi îradeya xwe re ye! Em ê rê nedin qeyûm, xesp û talanê. Em banga parastina demokrasî û hiqûqê li tevahiya gelê xwe, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û sendîkayan dikin.”