WAN - Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat tayînkirin, ji hêla rêveberiya mîna wî hatiye tayînkirin ve hat pêşwazîkirin. Kesên li rêveberiya şaredariyê hatin tayînkirin di ketina şaredariyê de bi dirûşma “Diz heye” hatin pêşwazîkirin.
Bi hinceta cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn, polîsan îro di danê sibehê de bi gazên îsotê bi ser avahiya şaredariyê de girtin. Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê ragihand ku waliyê bajêr Ozan Balci li şûna Abdullah Zeydan weke qeyûm hatiye tayînkirin. Rêveberiya qeyûm diyar kirî jî demekî kin piştî serdegirtinê hate şaredariyê. Di vê navberê de girseya li pêşiya şaredariyê bi dirûşma “Diz heye” xespkar protesto kirin. Kesên ji bo pêşwazîkirina qeyûm bang lê hatibûn kirin, qeyûm Balci li pêşiya şaredariyê pêşwazî kirin.