STENBOL - Li Stenbolê ji bo girtina 10 kesên hilbijartî ku di nav wan de cîgirên şaredaran jî hen, "lihevhatina bajêr", koma WhatsAppê û qeydên HTS yên telefonê yên 10 salî wekî hincet hatin nîşandan.
Di çarçoveya lêpirsîna "lihevkirina bajêr" a ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat meşandin de di 11'ê Sibatê de di serdegirtina malan de 2 jê cîgirên şaredar 10 kes hatibûn binçavkirin. Cîgirê Şaredarê Ataşehîrê Lîvan Gur, Cîgirê Şaredarê Kartalê Cemalettîn Yuksel, endamê Meclisa Şaredariya Şîşliyê Sînan Gokçe, endamê Meclisa Şaredariya Uskudarê Bulent Kaygun, endama Meclisa Şaredariya Fatîhê Guzin Alparslan, endamê Meclisa Şaredariya Tûzlayê Hasan Ozdemîr, endamê meclisa şaredariya Beyoglûyê Tûrabî Şen, endamê Meclisa Şaredariya Adalar Nesîmî Aday û xebatkarê Şaredariya Beyoglû Î.P. di 12'ê Sibatê de ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin.
Kesên hatin binçavkirin bi sedema endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi xebatên di çaçroveya “lihevkirina bajêr” de hatin twanbarkirin. Her 10 kes di îfadeyên xwe de diyarkirin ku HDK saziyeke qanûnî ye û hê jî xebatên xwe dimeşîne.
Parêzerê Endamê Meclisa Şaredariya Tûzlayê Hasan Ozdemîr Bulent Aşa diyar kir ku HDK platformeke hiqûqî ye. Aşa bi bîr xist ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihandibû ku ew ê bi "lihevkirina bajêr" bikevin hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê yên li Stenbolê."
Aşa destnîşan kir ku binçavkirina muwekîlê wî "ji bo siyaseta demokratîk tirsnak e" û da zanîn ku qeydên HTS'ê ji aliyê polîsan ve "bi awayekî neqanûnî" hatine bidestxistin.
Parêzerê endamê Meclisa Şaredariya Beyoglûyê Turabî Şen Îhsan Artuç diyar kir ku nabe ku HDK'ê wekîs edema "endamtiya rêxistinê" bê nîşandan. Artûç anî ziman ku tu biryareke daddgehê ya di vî warî de tune ye û got ku HDK qanûnî ye û demek berê kongreya xwe kiriye û wê konferansa "çareserî di aştiyê de ye" li dar bixe.
Parêzerên din jî di parastina xwe ya dadgeriyê de tekez kirin ku HDK qanûnî ye û "lihevkirina bajêr" tifaqa hilbijartinê ye.
Di biryara girtinê dadger xalên balkêş hene. Di biryarê de endamtiya HDK'ê ya 10 kesan, xebatên di çaçroveya "lihevkirina bajêr" û axaftinên wan ên bi hev re cih girtin.
Di 29'ê Çileya 2023'yan de beşdarbûna Hasan Ozdemir a nava "Koma WhatsAppê a Rêvebiriya Navçeyê ya DEM Partiyê"; beşdarbûna Sînan Gokçe a lijneya giştî ya heyama 12'an a HDK'ê ya 29'ê Çileya 2023'yan û bikaranîna navê "Kurdistanê" di hevpeyvînekê de wekî hincet hatin nîşandan.
Her wiha hat îdiakirin ku çalakiyên navborî bi talîmata "KCK'ê" hatine kirin û hatiye xwestin plana "Xweseriya Demokratîk" bê pêkanîn û ji ber vê îdoayên xurt hene ku sûc hatiye kirin.
MA / Omer Îbrahîmoglû