WAN - Polîsan bi ser avahiya Şeradariya Bajarê Mezin a Wanê de girt û pankarta ku deynên di dema qeyûm de hatibûn hiştin, ji aliyê polîsan ve rakirin. Li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiyên şermezarkirinê didomin.
Polîsan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girt û pankarta ku li ser deynên qeyûm hatibin nivîsandin rakirin. Parlamenterên DEM Partiyê û hevşaredar jî di nav de gelek kes çûn pêşiya avahiya şaredariyê û dest bi çalakiyên şermezarkirinê kirin. Li di çalakiyê de bênavber dirûşmên ‘diz hene’ tê avêtin.