WAN – Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan teblîgata ji kar dûrxistinê îmze nekir.
Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de polîsan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin. Di serdagirtina polîsan de rojnameger û siyasetmedar jî di nav de gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
Polîsan xwestin Hevşaredar Abdullah Zeydan teblîgata Wezareta Karê Hundir ya ji kar dûrxistinê îmze bike. Zeydan got bu biryarê nas nake û teblîgat îmze nekir.