WAN – Polîsan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin û 6 rojnameger hatin binçavkirin.
Piştî ku 3 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn li dijî vê biryarê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Polîsan di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de bi ser avahiya şaredariyê de girt.
Di serdagirtina polîsan de nûçegihana JINNEWS’ê Rabî Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglû, Rûşen Takva û Behçet Bayhan hatin binçavkirin. Rojnameger bi zextên polîsan re rûbirû bi man.
PIŞTÊ VE KELEPÇE KIRIN
Her wiha Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hatûn û rojnameger bi piştî ve hatin kelepçekirin û hatin binçavkirin.
Piştî demekê Hatûn serbest hat berdan.