WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê hate serdana berxwedana gel a li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û diyar kirin ku dê bêhiqûqiya hatiye kirin qebûl nekin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê hatin serdana berxwedana gel a li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Dayik, ji hêla gel ve bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin. Şandeya dayikan ku bi Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan re hatin qadê, bi dirûşmên “Bijî berxwedana dayikan”, “Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e” û “Jin, jiyan, azadî” hatin pêşwazîkirin. Li qadê daxuyanî hate dayin û portreyeke ku wêneyên Şêx Seîd, Qazî Mihemed û Seyîd Riza li ser bûn hate hilgirtin. Saadet Oklu li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê û hevşaredaran daxuyanî da.
DAYIKAN BAL KIŞANDIN SER TÊGEHA EDALETÊ
Dayika Aştiyê Saadet Oklu di daxuyaniyê de got ku tevî hewayê sar jî gel berxwedana xwe didomîne û berxwedana gel silav kir. Saadet Oklu, diyar kir ku ew cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn şermezar dikin û wiha got: “Ji bo li şûna hevşaredarê me qeyûmî tayîn bikin, dosyayeke vala amade kirin. Heke edalet û hiqûq hebûya, dema hevşaredarên me serlêdan dikirin dê YSK’ê wê demê ev serlêdan qebûl nekira. Em, deynên qeyûmên ku îktîdarê tayîn kirine didin û piştre dîsa qeyûman tayîn dikin û diziyan dikin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Ez, berxwedana we ya bi roja ye didome silav dikim. Em ê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e.”
BERXWEDANA DAYIKAN
Hevşaredar Neslîhan Şedal jî anî ziman ku îktîdar hewl dide îradeya gel xesp bike û Dayikên Aştiyê tevî hewayê sar jî bi rojaye li qada nobetê berxwedana xwe didomînin. Neslîhan Şedal, wiha got: “Weke hevşaredaran, em Dayikên Aştiyê bi germahiya dilê wan silav dikin. Nobeta me bû 4 roj didome. Beriya her tiştekî em spasiya dayikên laçikspî dikin. Ji ber ku çar roj in qada nobetê neterikandin û xwedî li îradeya xwe derketin. Bi salaye bi pêşengtiya dayikên me hewldan heye aştî were çêkirin. Dayikên me ji bo aştiyê pêk bînin carnan bûn Dayikên Aştiyê û carnan jî bûn Dayikên Şemiyê ku zarokên xwe yên windakirî bibînin. Carnan jî ji bo pêşî li şer bigirin laçikên xwe yên spî avêtin erdê û aştî pêk anîn. Heke rojekê aştî çêbibe, ew ê bi saya dayikan be. Ew, pêşengtiya felsefeya ‘Jin jiyan, azadî’ dikin. Ev felsefe ji bo hemû jinên cîhanê bû mînak. Yên ku hewl didin îradeya me xesp bikin, bila li sekna dayikên me binêrin. Em bi saya wan bi serbilindî dijîn.”
‘GELÊ KURD NÊZÎ AZADIYÊ YE’
Hevşaredar Abdullah Zeydan jî da zanîn ku Dayikên Aştiyê ev çar roj in li qada nobetê di eniyên pêş de li ber xwe didin û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi vê xwedîderketina wan serfiraz in. Di serî de dayik, em careke din keda her kesî pîroz dikin. Dersokên spî yên dayikên me dixin serê xwe ne dersokên jirêzê ne. Wateya wê ya mezin, aştî ye. Dilê wan şewitî, gelek êş kişandin lê dîsa her tim gotin aştî. Û îro jî heke têkoşîna me gihiştibe vê astê, ev yek bi saya dayikên me yên laçikspî ye. Bi saya dayikên me gelê Kurd îro ji her demê bêhtir nêzî aştî û azadiyê ye.”
Piştî daxuyaniyê, dayikan stran gotin û govend gerandin.