NAVENDA NÛÇEYAN - Bafil Talabanî diyar kir ku girîng e Kurd di avakirina Sûriyeya nû de cih bigirin û got: “Ev yek dê xizmetê ji îstîqrara Sûriyeyê re bike.”
Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî ji bo beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bibe çû Almanyayê û bi Serokwezîrê Karên Derve yê Almanyayê Tobias Lindner re hevdîtin kir.
Bafil Talabanî, di hevdîtinê de diyar kir ku girîng e ku mafên hemû pêkhate û neteweyan bi taybet jî mafên Kurdan bên parastin û got: “Girîng e ku Kurd di avakirina Sûriyeya nû de cih bigirin. Ev yek dê xizmetê ji îstîqrara Sûriyeyê re bike. Hewldanên derveyî vê armancê dê rewşa heyî bêhtir aloz bike. Parastina herêmê û piştevaniya ji bo serkeftina hewldanên ji bo çareseriyê, peywira hemû aliyan e.”