ÎZMÎR - Polîsên bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin kamerayên ewlehiyê bêbandor kirin û li ser depê qursê alaya tirkan xêz kirin.
Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonul Yalçin, endamê PM’a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabrî Gul û Mehtap Alîşan, Mahsum Koç û Koray Turkay binçav kirin. Hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe re heta 24 saetan hate qedexekirin. Hat zanîn ku binçavkirî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin.
Her wiha bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de jî hate girtin. Polîsan, di dema serdegirtinê de deriyê Mala Hunerê şikandin, kabloyên kameraya pergala ewlehiyê birîn û kamera bêbandor kirin. Lêgerîna saziyê beriya agahiya rayedarên wê hate kirin. Gelek pirtûk, kovar û komputer hatin desteserkirin. Di lêgerîna nava saziyê de polîsan zirar dan hinek deriyan û li ser depê qursa resman jî ala tirkan hate xêzkirin.
Piştî lêgerînê, li pêşiya Mala Hunerê ya Jîn Artê daxuyanî hate dayin. Rêvebera Mala Hunerê ya Jîn Artê Belkisa Suleymanoglû diyar kir ku ji bo lêgerînê nehatine agahdarkirin û wiha got: “Bêyî sedemekê nîşan bidin ketine hundirê saziyê. Em vê qebûl nakin û şermezar dikin. Li ser depê qursê ala tirkan xêz kirine. Di demên dawî de gelek bêhiqûqtî tên krin. Ev lêgerîn jî yek ji wan e.”
'POLÎTÎKAYA NENASKIRINA NASNAMEA KURDAN DIDOME’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî diyar kir ku her roj bi bêhiqûqtiyeke nû re hişyar dibin û wiha got: “Ev polîtîkayên zextê yên îktîdarê bi sala ye didome. Di demeke qala aştiyê tê kirin de îktîdara AKP’ê dide hîskirin ku dê zexta xwe ya li ser civakê bidomîne. Em dixwazin li welatekî demokratîk bi nasnameya xwe û bi rûmet bijîn. Li vir li ser ziman û çanda Kurdî xebat tên kilrin. Daxwaza gelê Kurd ew e ku bi nasnameya xwe bijî. Heke tehemûla van xebatên li vê derê nekin, wê demê dê aştiyê li ser kîjan bingehê ava bikin. Polîtîkaya îktîdarê ya nenaskirina nasnameya Kurdan didome. Zemîna aştiyê bi van polîtîkayan ava nabe. Em van êrişan û polîtîkayan şermezar dikin û dê têkoşîna me bidome.”