NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi obûsan êrişî bajarokê Zirganê kir û di êrişê de jinek hate qetilkirin.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); dewleta tirk îro di danê sibehê saet di derdora 10.00’an gundê Zêdiyê yê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê bi obusan topbaran kir.
Hat zanîn ku di encama topbaranê de jina bi navê Rehîma Sebrî hate qetilkirin û welatiyên bi navên Nesredîn Hesen Sebrî û Ehmed Hesen Sebrî jî birîndar bûn.
GUNDÊ KOBANÊ HAT BOMBEBARANKIRIN
Di heman demê de dewleta tirk bi balafiên şer gundê Şêxlera Jorîn ê bajarê Kobanê bombebaran kir. Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.