WAN - Hevşaredarê bAjarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun ku di çalakiya nobetê ya li Wanê de cih digire, wiha got: “Li Wanê berxwedaneke biheybet heye.” Dogan, banga “Ji xeletiya xwe vegerin” li îktîdarê kir.
Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di roja 4’emîn de didome. Bi hezaran welatiyên bajar tevî barîna berfê û hewayê sar jî bi roja ye li pêşiya şaredariyê ye. Yek ji kesên di çalakiyê de cih digire û qada çalakiyê naterikîne jî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun e.
DOGAN HATUN BI ROJA YE DI ÇALAKIYÊ DE CIH DIGIRE
Hatun ku îro jî di çalakiyê de cih girt, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Hatun, diyar kir ku bi ser hilbijartinan re 10 meh derbas bûn lê hêj jî îktîdar encamên hilbijartinê ranagire û wiha got: “Hêj naxwazin ev gel li tu qadan bi îradeya xwe destkeftiyan bi dest bixin. Lewma piştî hilbijartina 31’ê Adarê hewl dan mazbataya Abdullah Zeydan xesp bikin. Lê belê gel bertekeke mezin nîşan da. Di encama berxwedana gel de neçar man ku paşvegavê biavêjin. Lê belê ev 4 roj in dixwazin dîsa di şexsê Abdullah Zeydan de îradeya gelê Wanê tune bikin. Gel jî li dijî vê bi şev û roj û tevî sermayê jî xwedî li îradeya xwe derdikeve.”
‘BERXWEDANEKE BIHEYBET HEYE’
Hatun, got; “Li vir berxwedaneke biheybet heye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel, bi şev û roj xwedî li îradeya xwe derdikeve û ranazê. Li gel ku saet bûye 03.00’ê şevê jî ciwan hêj jî li pêşiya şaredariyê ne. Ev tê çi wateyê? Gel dibêje ‘êdî bes e.’ Heke xwedîderketineke mezin çêbibe îrade dikare xwe li ser pêyan bigire. Niha li Wanê tişta tê jiyîn ew e. Gel li ser pêyan e û xwedî li îradeya xwe derdikeve.”
Bi domdarî Hatun anî ziman ku divê cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn were betalkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Li Wanê tune bûn. Êdî cihekî tabelaya xwe lê deynin nabînin. Ev tê wê wateyê ku polîtîkayên wan xelet in û gel jî ev xeletî dîtin. Gelê me aştîxwaz e û ev 4 roj in xwedî li îradeya xwe derdikeve. Li dijî vê zilm û zextê gel li ber xwe dide. Hûn nikarin gel bixapînin. Heta ku ji xeletiya xwe venegerin dê gel vê qadê neterikîne. Em spasiya gelê xwe dikin ku paşvegav neavêt. Ez bejna xwe li ber berxwedan û sekna gelê Wanê ditewînim. Heta ku gelê me li qadan be em jî dê van qadan neterikînin. Ya herî baş ew e ku ji vê xeletiya xwe vegerin.”