NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Parêzer Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin. Parêzer Bîlece li Mêrsînê û Akkaya jî li Stenbolê hate binçavkirin. Hat zanîn ku Akkaya hatiye derbkirin û heqaret lê hatine kirin. Destên Akkaya ji pişt ve hatin kelemçekirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Tê payin ku parêzeran bibin Amedê. Têkildarî hûrgiliyên lêpirsînê agahî nehatin bidestxistin. Hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re ji bo 24 saetan hate qedexekirin.
LI ŞIRNEX Û MÊRSÎNÊ BI SER MALAN DE HATE GIRTIN
Li Mêrsînê jî bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên li Tarsusê de Çîgdem Kiliç û Taner Ayten bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsusê.
Di serdegirtinên malan ên li navçeyên Akdenîz û Toroslarê de jî welatiyên bi navên Îbrahîm Beştaş, Yûsûf Atay, Şoreş Tugrul û Devrîm Tugrul hatin binçavkirin.
Li taxên Yafes û Nûrê yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî polîsan bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Zehra Aslan a ku pitika wê ya 9 mehî heye û Yûsûf Alkan jî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.
LI CEYHANÊ KESEK HATE GIRTIN
Duh li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê jî ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” bi ser malan de hatibû girtin. Ji welatiyên hatin binçavkirin Nedîm Taş, Ferhat Kayran, Dogan Batur û Necat Eşîm bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Ji binçavkiriyan Mehmet jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.