MÊRDÎN - Parêzer Lokman Emen bal kişand ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û di vî 26 salên borî de Tirkiyeyê be rbi rûxandinê ve çûye û got: "Divê birêz Ocalan di çarçoveya mafê her kesî yê aştiyê de bigihê azadiya xwe."
26 salên komploya navneteweyî li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan temam bûn. Abdullah Ocalan ku 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Girava Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, ji roja ketiye Girtîgeha Îmraliyê heya niha ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd têdikoşe. Abdullah Ocalan di 23’yê Îlonê de di hevdîtina bi biraziyê xwe Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan û piştre jî bi Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re peyamên xwe yên li ser çareseriya bi rêbazên demokratîk û aştiyane dubare kir. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku li Tirkiyeyê hevdîtinên xwe temam kir, ji bo rêzehevdîtinan pêk bîne xwe amade dike ku biçe Herêma Kurdistana Federe û tê payîn ku di demeke nêz de Abdullah Ocalan bangawazî bike.
'AVAKIRINA AŞTIYÊ PEYWIRA HER KESÎ YE'
Hevserokê berê yê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrdînê Parêzer Lokman Emen diyar kir ku dewlet ji ber ku dîtiye wê nikare bi zextê û polîtîkayên şer pirsgirêkê çareser bike gavina davêje û got: "Ji niha û pê ve gavên pêwîst neyên avêtin an jî daxwazên pêvajoyê pêk neyên, wê encamên cuda derkevin holê. Kurd civakek e ku bi mafên xwe yên neteweyî û çandî haydar bûye. Ji ber vê yekê hûn nikarin vê yekê bi zext û zordariyê û bi asîmlasyonê û qirkirinê biqedînin. Kurd ji bo mafên xwe bi dest bixin wê bitêkoşin. Lewma divê hemû alî bi vê bîr û baweriyê tevbigerin. Kurdan vê pêvajoya komployê pûç kir."
Emen destnîşan kir ku divê her derdor piştgiriyê bide pêvajoyê û got ku avakirina aştiyê peywira her kesî ye. Emen anî ziman ku ji bo civak di warê aştiyê de qaneh bibe divê demildest dest ji ziman û pratîka şer bê berdan.
Emen bal kişand ser wê yekê ku ji bo avakirina aştiyeke samîmî divê dewlet dest ji pratîka xwe ya sedsalî berde û got, "Ev berpirsyariya sereke ya dewletê ye. Ji bilî van divê hin rêziknameyên qanûnî jî bên çêkirin. Divê em hin kêmasî û hin xeletiyên ku di danûstandinên aştiyê yên berê de hatine kirin jî li ber çavan bigirin, an jî hin rê û rêbazên ku di hevdîtinên aştiyê de hatine kirin bigirin ber çavan. Ev dê bibin rênîşander."
Emen destnîşan kir ku madem hevdîtinên aştiyê tên kirin nexwe di vê çaçroveyê de divê azadiya Abdullah Ocalan jî bê gengeşekirin û got: "Ji bo vê divê birêz Ocalan azad bibe. Ne tenê ew, divê hemû girtiyên siyasî azad bibin."
MA / Ahmet Kanbal