MÊRSÎN - Piştî ku li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hatî tayînkirin, 23 kes ji kar hatin derxistin û cihê xebatê yê 150 kesan jî hate guherandin. Li Navenda Şêwrê ya Jinan a ÎŞTAR’ê jî zilamek hate tayînkirin.
Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û 3 endamên meclisê di 10’ê Çileyê de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Di 14’ê Çileyê de jî qeymeqamê navçeyê Zeyît Şener weke qeyûm li şaredariyê hat tayînkirin.
Ji roja hevşaredar hatine binçavkirin heta niha şaredarî di dorpêça polîsan de ye. Li hêla din kiriyarên weke mobbîng, gef û derxistina ji kar ên li dijî xebatkarên şaredariyê jî didomin. Piştî biryara qeyûm, nehiştin endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê. Di 16’ê Çileyê de jî ji xebatkarên meclisê re peyam hate şandin û hat gotin ku meclis hatiye fesxkirin. Endamên meclisê dê di rojên pêş de bi rêya parêzerên ÎHD’ê dozê vekin.
MOBBÎNG, GEF Û QIRKIRINA KARKERAN
Di 31’ê Çileyê de di nav de psîkolog, civaknas, endezyar, avahîsaz, rojnameger, pisporên projeyan, sekreter, xebatkarên nivîsgeha taybet û pisporên Navenda Şêwrê ya Jinan a ÎŞTAR’ê jî di nav de cihê nêzî 150 xebatkaran hatin guherandin. Karker, tayînî Yekîneya Parastina Hawirdorê hatin kirin. Piştre jî tabelaya Navenda Şêwrê ya Jinan a ÎŞTAR’ê hate daxistin, midûra jin ji peywirê hate girtin û li şûna wê zilamê bi navê Alî Turna hate tayînkirin. Cîgirê Hevşaredar Orhan Sanri ku çû serdana karkerên li yekîneyên cuda hatine peywirdarkirin jî di 13’ê Sibatê de bi îdiaya “cihê peywirê terk kiriye” ji peywirê hat dûrxistin.
Rêveberiya qeyûm, di 13’ê Sibatê de ji endamên meclisê xwestin ku mal û milkê xwe eşkere bikin. Endamên meclisê ev yek red kirin û gef lê hate xwarin ku di 28’ê Sibatê de der heqê wan de girtek were amadekirin. Ji 13’ê Sibatê heta niha 21 karker ji kar hatin avêtin. Bi du xebatkarên bikadro re ev hejmar bû 23.
'YA KU TÊ KIRIN BÊHIQÛQÎ YE’
Cîgira Hevşaredara Akdenîzê Gulbahar Kuş ku piştî tayînkirina qeyûm ji kar hat derxistin, tiştên tên kirin weke bêhiqûqî nirxand. Gulbahar Kuş, bal kişand ser dorpêça li ser avahiya şaredariyê û got: “Ev dorpêç nîşan dide ku ev zilm e, xesp e û tu bingeheke hiqûqî nîne. Hemû derdorên siyasî yên cuda jî ji vê rewşê aciz in. Heta hilbijêrên AKP û MHP’î jî dibêjin ku ev bêhiqûqî ye. Gel li dijî vê bibertek e.”
MA / Abdulkadîr Ayten