RIHA - Rojnameger Stêrk Gulo diyar kir ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji perspektîfa “azadiyê” ya Abdullah Ocalan hêzê digirin û got: “Bi saya felsefeya Abdullah Ocalan hevgirtina gelan xurt bû.”
Komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî dewleta tirk hate kirin, di serî de gelê Kurd û dostên wan bandoreke mezin li ser gelek derdoran kir. Di serî de bandor li gelên Sûriyeyê kir ku Abdullah Ocalan nêzî 20 salan li wir mabû. 14 sal piştî birina Abdullah Ocalan a li Girava Îmraliyê, li Sûriyeyê şoreş çêbû û gelên li herêmê bi paradîgmaya “Azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk” jiyaneke nû ava kirin.
Rojnameger Stêrk Gulo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriyê dike, têkildarî bandora komployê ya li ser gelan axivî.
Stêrk Gulo da zanîn ku komployê herî zêde bandor li jinan kiriye û wiha domand: “Birêz Ocalan nêzî 20 salan li vir jiya. Bêyî ferq û cudahî gelên li vir jî Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dîtin. Bi taybet jî jinan. Gel, ji her alî ve xwedî li birêz Ocalan derketin. Ji ber ku birêz Ocalan bi pergala neteweya demokratîk re bingeha pêkvejiyana gelan amade kiribû. Gelên Suryan, Ereb, Ermen, Tirkmen û Kurd ên li vê derê ji perspektîfa wî bawerin. Di rewşa heyî de bi sedhezaran kes li dijî komployê daketin kolanan. Daxwaza wan jî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bû. Gelê li vê derê bi hesreta dengê wî dijî. Ji roja hevdîtinên dawî heta niha hemû derdorên vê derê dixwazin dengê birêz Ocalan bibihîsin û wî bibînin.”
ÊRIŞA SER PERGALA NETEWEYA DEMOKRATÎK
Di berdewamê de Stêrk Gulo bal kişand ser berxwedana Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Gelê li Bendava Tişrînê vî ruhê berxwedanê ji xwe re mînak digire. Armanca esasî ya êrişan jî têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk a birêz Ocalan e. Lê belê bi nobeta berxwedanê ku bi roja ye didome, ev êriş vala hate derxistin. Em dibînin ku di eniyên pêş ên berxwedana Bendavê de şervanên Ereb cih digirin. Vaye yê ku ev ruh afirandî, birêz Ocalan e. Hevgirtina gelan bi saya felsefeya wî xurt bû. Ji ber vê sedemê ye ku azadiya birêz Ocalan weke azadiya xwe dibînin. Hêviya gelan ew e ku 15’ê Sibatê êdî veguhere rojeke azadiyê. Ji ber ku têkoşîn bi salaye didome û bi saya berxwedanê destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Her kes amade ye ji bo vê bedelê bide.”
MA / Ceylan Şahînlî