RIHA - Sûad Mistefe ku 3 zarokên wî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, nasîna xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi van gotinan vegot: "Min nedîtiye ku tu rêberekî gelê Kurd bikeve nava raya gel, nirxandinan bike û bi wan re nîqaş bike. Girîngiya min a ji bo têkoşîna azadiya kurd zêde bû."
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 26'an de ye. Komplo, ji dema ku Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hate derxistin û heta 15'ê Sibata 1999'an ku radestî Tirkiyeyê hat kirin, dewam kir. Ocalan beriya derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î çû Sûriyeyê ku komplo lê hatibû destpêkirin. Ocalan di sala 1979’an de di ser Kobanê re derbasî Sûriyeyê bû. Ocalan ku demekê li gundê El Pelûr ma, piştre li gelek herêman bi taybet li bajarê Helebê geriya. Ocalan di vê pêvajoyê de li ser kesên ku pê re têkilî danî bandorek girîng hişt. Di şerê navxweyî yê di sala 2011’an de dest pê kir de fikrên Ocalan, bû îlham ji kurdan û dostên wan re. Gelên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paradîgmaya Ocalan, li hemberî DAIŞ'a ku hemû mirovahiyê tehdîd dike, serketineke mezin bi dest xistin û Şoreşa Rojavayê pêk anîn.
Sûad Mistefa yê 69 salî yek ji kesên ku Ocalan nas kiriye. Sûad Mistefe dayika Sekretera Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef e ku di 12’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê komên çekdar ve hat qetilkirin.
Sûad Mistefe ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zewiciye û bavê 6 zarokan e, di salên 1980'î de kesên ku di nava têkoşîna azadiya kurd de cih girtine nas kiriye. Di nav wan navên ku wî nas kirine de navên Salîh Kandal, Egît (Mahsum Korkmaz) û Bêrîvan (Binevş Agal) hene. Li aliyê din Reşîd Mihemed ku yek ji wan kesên ku hunermend Xelîl Xemgin di strana xwe ya bi navê “Berxwedana Sasonê” de behsa wî kiriye, birayê Sûad Mistefe ye.
BEHSA NASÎNA XWE YA OCALAN KIR
Nasîna Sûad Mistefe bi Abdullah Ocalan re vegeriyaye sala 1991’ê. Di bernameya ku ji bo salvegera yekemîn çalakiya çekdarî ya PKK'ê ya li Lubnanê hat lidarxistin de bi Ocalan re hevdîtin kir. Sûad Mistefe wan rojan wiha vegot: "Ez bi salan di nava têkoşîna azadiya kurd de cih digirim. Wê demê ji birêz Ocalan xeber hat. Di 15'ê Tebaxa 1991'ê de li Lubnanê banga şahiyê kiribû. Ji ber vê yekê min keça xwe ya mezin û hin xizmên xwe birin û ez çûm Lubnanê. 50 hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Birêz Ocalan silav da me. Dilsoziya min a bi birêz Ocalan û têkoşîna azadiya kurd re zêde bû. Min nedîtiye ku tu rêberekî gelê Kurd bikeve nava raya gel, nirxandinan bike û bi wan re nîqaş bike. Girîngiya min a ji bo têkoşîna azadiya kurd zêde bû."
Sûad Mistefe anî ziman ku piştî rojekê Abdullah Ocalan bi wî û 9 malbatan re hevdîtin pêk aniye û got: "Di wê hevdîtinê de gelek tişt axivîn. Bi taybetî behsa têkoşîna jinan kir. Piştre gotina heval Egîd hat bîra min. Egîd gotibû, 'Şoreşa me şoreşeke ecêb e.' Min ji wî re got, keça min dixwaze di nava xebatên partiyê de cih bigire. Keça min Zozan wê gavê xwendekara pola 11'an bû. Gava birêz Ocalan ev bihîst, destê xwe danî se rmilê min û got, 'Bila ew bixwîne, dibistana xwe bidomîne.'"
Sûad Mistefe diyar kir ku di têkoşîna azadiyê de 2 keç, kurek û gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane û got: "Min bi heman baweriyê dest bi rojê kir û her carê li ber xwe da. Aliyek me her tim îxanet bû, aliyê din jî her tim berxwedan bû. Ji zindanên Amedê û vir ve berxwedan û têkoşîn didome. Îro em dikarin vê bigihînin berxwedana Tişrînê."
Sûad Mistefe bal kişand ku fikrên Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêkanîn û wiha dewam kir: "Şoreşa Rojavayê di sala 2012'an de pêk hat. Lê beriya vê heye. Dixwestin gelên ereb û kurd li dijî hev rabin. Şoreşê vê yekê pûç kir. Kesek ji birêz Ocalan dipirse ku wê li Rojavayê şoreşeke çawa pêk bînin. Birêz Ocalan jî dibêje ev wê bi pêvajoyê re pêk bê û e wê şoreşa vir di warê siyasî d eçareser bikin. Berxwedan li Bakur zîl da li vir bû daristan. Ên vê yekê ji Bakur veguhastin Rojavayê jî jin bûn. Wê azadiya fizikî ya birêz Abdullah Ocalan û demokratîkbûyîna Sûriyeyê bibe dewama vê şoreşê."
MA / Ceylan Şahînlî