* Berdana girtî Îzzettîn Tekmen ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Amedê ye, 10 mehan hat taloqkirin. Dersim Tekmen ku bavê xwe di girtîgehê de di 13 saliya xwe de nas kir got: "Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe."
* Sûad Mistefe ku 3 zarokên wî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, nasîna xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi van gotinan vegot: "Min nedîtiye ku tu rêberekî gelê Kurd bikeve nava raya gel, nirxandinan bike û bi wan re nîqaş bike. Girîngiya min a ji bo têkoşîna azadiya kurd zêde bû."
* Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 15'ê Sibatê de ber bi Strasboûrgê biherikin û daxwaza xwe ya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" bilind bikin."
* Şoreşgerê Ereb Çetîn Alkanoglû diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên komploya li dijî Abdullah Ocalan paradîgmaya modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e û got: "Xwestin pêşeng 'bêtesîr bikin' û li welat, herêmê û qada navneteweyî pêşî li vê paradîgmayê bigirin."
* Parêzer Lokman Emen bal kişand ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û di vî 26 salên borî de Tirkiyeyê be rbi rûxandinê ve çûye û got: "Divê birêz Ocalan di çarçoveya mafê her kesî yê aştiyê de bigihê azadiya xwe."
* Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê bidome. (10.00-21.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman dê li pêşiya şaredariyê daxuyaniyê bide. (13.30)
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li navenda giştî ya partiyê bi endamên Hewldana Civakê ya ji bo Aştiyê re bicivin. (15.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê ji Qada Cumhuriyetê heta Gundogduyê “Xeleka aştiyê” çêbike. (17.00)