NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihîştiye wan. Bayik da zanîn ku tecrîda Îmraliyê dewam dike, helwesta dewletê rexne kir û got ku ger şertên Abdullah Ocalan neguhere dê çawa bangewazî bike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameyeke Stêrk TV bû û agahiyên girîng parve kir. Cemîl Bayik bal kişand ser pêvajoya dîrokî ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û têkildarî geşedanan agahiyên nû parve kir.
NAMEYA OCALAN
Cemîl Bayik cara ewil ragahind ku nameya Abdullah Ocalan gihîştiye wan û anî ziman ku Abdullah Ocalan bi salan e ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin kedeke mezin dide û wiha got: “Rêber Apo dixwaze vê pêngavê mezintir bike. Ji bo pirsgirêka kurd ji zemîna şer derxe û di zemîna demokratîk de çareser bike xebatan dimeşîne.”
‘DIVÊ HER KES LI PÊNGAVÊ XWEDÎ DERKEVE’
Bayik diyar kir ku nameya Abdullah Ocalan di nav civakê de bûye sedema kelecaneke mezin û di vê pêvajoyê de divê her kes destê Ocalan xurt bike û li ser vê esasê tevli xebatan bibe û wiha got: “Divê hemû kes li pêvajoyê xwedî derkeve. Ji ber ku pêngava ku Rêber Apo daye destpêkirin ji bo her kesî ye.”
Bayik da zanîn ku divê hemû kes berpirsyariyê tenê ji Abdullah Ocalan re nehêle û wiha dewam kir: “Jixwe her kesî bar li ser Rêber Apo hiştiye. Ev barek giran e. Rêber Apo dixwaze di şert û mercên Îmraliyê de bibe bersiv. Hewl dide daxwaz û hêviyan bi cih bîne. Barek giran daye ser milê xwe. Rêber Apo heta niha ji bo xwe tu tiştek nexwestiye û ji bo xwe tiştek nekiriye. Çi kiribe ji bo gelan û mirovahiyê kiriye. Ji ber ku Rêber Apo ji bo xwe najî; ji bo gelan û mirovahiyê dijî.”
ŞERT Û MERCÊN AZADIYÊ
Cemîl Bayik bibîrxist ku tecrîd dewam dike, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pêvajoyê rexne kir û diyar kir ku ji bo pêvajo bimeşe divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan bi cih bên û wiha got: “Ger şert û mercên Rêber Apo neguherin, bi awayekî azad têkoşîn nemeşîne dê hêvî çawa bi cih bên. Dê çawa bersiv bide bangewaziyan. Em mimkun nîn e. Destê Rêber Apo girêdane û avêtine hewzekê. Dibêjin di hundirê hewzê hereket bike. Ma dê çawa hereket bike?”
‘DIVÊ TECRÎD RABE’
Bayik xwest tecrîda li Îmraliyê demildest bê rakirin û wiha axivî: “Divê Rêber Apo azad be. Lazim e her kes azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wek armanc deyne pêşiya xwe û ji bo wê têkoşînê bimeşîne. Ger Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bibe dê karibe bi tevgerê re têkilî deyne, bi wan re biaxive, fikir û pêşniyarên xwe bîne ziman. Ger hûn bixwazin şer ji holê rabe wê demê şert û mercên Rêber Apo ji holê rakin. Pergala Îmraliyê ji holê rakin.”