Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin

img

AMED – Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de Fesîh Erdemîrcî girtîgehê de bû û bi giştî 30 salan di girtîgehê de ma û diyar kir ku ger heya Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebe tiştek pêş nakeve û çawa ku 26 sal berê her kes li pêvajoyê xwedî derket divê niha jî hemû kes bi heman ruhî li pêvajoyê xwedî derkevin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind ya Îmraliyê tê girtin û di pêvajoya 15’ê Sibata 1999’an de herî zêde li girtîgehan li hemberî komployê bertek hatin nîşandan. Gelek girtî tevli çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûn û di van çalakiyan de 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û 66 kes jî birîndar bûn. Piştre jî çalakî berdewam kirin û li girtîgehan li dijî tecrîdê û pêkanînên li Îmraliyê çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin.
 
Dema Komploya Navneteweyî pêkhat Fesîh Erdemîrcî di girtîgehê de bû. Erdemîrcî di sibata 1992’an de li navçeya Gimgima Mûşê hêj 25 salî bû hat girtin û di Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) a Amedê hat darizandin. Bi îdiaya ‘têkbirina ewlehî û yekitiya dewletdê’ cezayê muebetê lê hat birîn. Erdemîrcî di gelek girtîgehan de ma û herî dawî di girtîgeha Tîpa K a Kirkagaçê de ma. 30 salan girtî ma û di nîsana 2021’an de tahliye bû. Erdemîrcî têkildarî pêvajoya komployê axivî. 
 
LI GIRTÎGEHÊ ŞOPANDINA KOMPLOYÊ
 
Fesîh Erdemîrcî wiha behsa pêvajoya Komploya Navneteweyî kir: “Komployeke demdirêj bû. Hewldanên sûîqestê, girtin û li cihê heyî derxistin çêbûn. Piştî sala 1995’an gav bi gav ber bi komployê ve diçûn. Wê demê em di Girtîgeha Bartinê de bûn û me li gorî derfetên xwe pêvajo dişopand. Me li hundir Med TV temaşe dikir û her wiha radyoya me jî hebû. Agahiya me ji geşedanan hebû. Di 14’ê sibatê de me bernameyek temaşe dikir ji nişkave bername guherî, telefon hatin vekirin. Me fêm kir ku tiştên nebaş çêdibin. Navberekê gotin diçe Hollandayê, xebatkarên televîzyonê û gel jî çûn wê derê. Destur nedabûn balafir biçe Hollandayê û heta roja din têkilî qut bûbû. Em heta serê sibê ranezan. Saetên serê sibê serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît got ku li Kenyayê hatiye girtin û bi balafirekê anîn Tirkiyeyê.  Ew roj ji bo me roja herî giran bû. “
 
BI ÇALAKIYAN BERSIV DAN KOMPLOYÊ
 
Erdemîrcî got ku dema agahiya komployê wergirtine li girtîgehê dest bi çalakiyan kirine û wiha axivî: “Em derketin qadên bêhnvedanê û me dest bi avêtina sloganan kir. Li Girtîgeha Bartinê gardiyanan korîdor vala kirin û çûn. Ji bertekên me ditirsiyan û hefteyekê nehatin hejmar û lêgerînê. Em li dora Serokatî bûbûn xelek. Wê demê çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatin destpêkirin. Ev çalakiya mudaxaleya pêvajoya siyasî bû. Piştî çalakiya hevalê Halît Oral, pêvajoya çalakiyan bi Aynûr Artan berdewam kir. Partiyê mudaxale kir û got bila heval xwe neşewitînin. Hevalan ji bo tarîtiyê ronî bikin li girtîgehan çalakiyên fedayî lidar dixistin. Bi van çalakiyan me xwest bibêjin ku em jî li girtîgehan ji bo Serokatî tiştekê bikin. felsefeya me ya jiyanê zeman û mekan nas nake. Em li kîjan mekanî dibin bila bibin em ê têbikoşin û me xwest bi vê têkoşînê rengê pêvajoya heyî biguherînin.”
 
LI BARTINÊ 3 ÇALAKGER
 
Erdemîrcî anî ziman ku li Girtîgeha Bartinê Mûrat Kaya, Alî Aydin û Yavûz Guzel li dijî komployê bedena xwe dane ber agir. Mûrat Kaya bi birîndarî xilas dikin û piştî tedawiyê rewşa wî baş dibe. ligel ku bi guman in Alî Aydin çalakiya fedayî pêk bîne, nobedê digirin û rojeke ku Med TV temaşe dikin Alî Aydin bidonên avê vala dike, naylonan li bedena xwe dipêçe û dide ber agir û sloganan diavêje. Aydin radikin nexweşxaneyê û di rê de jiyana xwe ji dest dide. Yavûz Guzel jî bi heman armancê çalakî lidar dixe, ji bo tedawiyê radikin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest dide. 
 
DEWLET NEÇAR MAYE
 
Erdemîrcî têkildarî hevdîtinên ku di demên dawî bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk tên û pêvajoya heyî wiha axivî: “Di qada navneteweyî de hinek guhertin hene û 3’emîn Şerê Cîhanê dewam dike. Tê gotin ku dê li Rojhilata Navîn sînor jinûve bên diyarkirin. Di guhertina sînoran de Kurd jî cih digirin. Kurd xwedî hêzeke mezin in. Ji yekitiya me û bi hev re tevgerîna me ditirsin. Dema mirov li geşedanên Rojhilata Navîn mêze dike, tê dîtin ku neçarî me ne. Herî baş Bahçelî ev rastî ferq kir. Ji ber vê yekê pêvajoya çareseriyê xwe ferz dike. Dibe ku ev pêvajo wekî pêvajoyên din berevajî bibe.”
 
‘DIVÊ KOMPLO BI TEMAMÎ VALA WERE DERXISTIN’
 
Erdemîrcî da zanîn ku Komploya Navneteweyî vala hatiye derxistin û wiha got: “Ger qebûl bikin jî nekin jî Serokatî komplo vala derxist. Ev tevger mezintir bû û Kurd li ku derê dibin bila bibin li ber xwe didin û fêmkirin ku nikarin Kurdan tasfiye bikin. Di esasê xwe de komplo bi paradîgmaya Serokatî vala hat derxistin. Bi temamî vala derxistina komployê girêdayî vê pêvajoyê ye. Ger ev pêvajo bi ser bikeve dê komplo bi temamî vala bê derxistin.”
 
‘EM DÎSA LI DORA SEROKATÎ BIBIN XELEK’
 
Erdemîrcî anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çênebe tu tiştek pêş nakeve û wiha got: “Cara yekemîn e ku Kurd bi serhildaneke xwe bi ser dikevin û ber bi serkeftinê ve diçin. Çawa ku di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de herkes li dora Serokatî bû xelek, divê di pêvajoya niha de jî em li dora Serokatî bibin xelek. Ger dîsa li pêvajoyê xwedîderketin çêbibe kes nikare li pêşiya vê pêvajoyê bisekine. Divê em fikarên xwe bihêlin aliyekê û tişta esasî pêşeroja gel û zarokên me ne. Ji bo avakirina pêşerojê çi ji destê me tê divê em pêk bînin. Di vir de hinek kêmasî hene. Hewcedarî bi fikaran nîn e û divê em xwe ji hinek ezberan rizgar bikin. Divê em çalakiyên afrîner bi pêş bixin. Divê her kes bi dil û wijdanî bibêje; ger ev pêvajoya bi ser nekeve dê wijdana min rake gelo? Ka em wiha bifikirin; Serokatî derket û hat. Kelecana vê tişek çiqas mezin e? Derketina Serokatî tê vê wateyê ku çareserî pêk tê. Ev tiştek pir watedar e.”
 
MA / Rukiye Payîz Adiguzel
 

Sernavên din

16/02/2025
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
09:35 ‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’
09:11 KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê
09:09 Behsa nasîna xwe ya bi Ocalan re kir: Girêdana min a bi têkoşînê re zêde bû
09:04 Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
08:48 Nobet di roja 4’an de didome: Gelê Wanê dê dîsa bi ser keve
08:35 Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin
07:21 Cemîl Bayik: Nameya Rêber Apo gihîşte me
13/02/2025
16:30 Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne
16:20 Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin
16:07 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
15:54 Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
15:42 Nasnameyên 32 welatiyên li Şengalê hatin qetilkirin bi salan piştre hatin eşkerekirin
15:17 Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
15:16 Serokkomariya Iraqê ‘Qanûna statuya rewşa kesî’ erê kir
15:09 Di doza Sûrê de 11 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Atalay
14:07 Zengîn a AKP’î ji bo ‘vasî’ li Gergerlîoglû bê tayînkirin serî li dadgehê da
13:03 Komek rewşenbîrên misliman: Divê meclis berpirsyariyê bigire ser xwe
12:39 Nobeta li Wanê didome: Beriya şahiyê gel bicoş e
12:27 Li Xarpêtê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:19 Walîtiyê Amedê bîranîna Şêx Seîd qedexe kir!
12:14 Hêlîn Umît: Naveroka bangê dê di rojên pêş de zelal bibe
11:51 Binçavkiriyên li Stenbolê sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Li Wanê peyama ‘Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin’
11:31 Zeydan: Wan bi sekna xwe bûye hêvî û serfiraziya her kesî
11:01 Mehmet Ocalan: Çareserî dê ji bo her kesî baş be
10:28 Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin
10:25 Gelê Wanê: Em ê şaredariya xwe nedin wan
10:04 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin