WAN - Welatiyên tev li çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Wanê bûn diyar kirin ku ew ê şaredariya xwe nedin û heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkevin.
5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “bi zanebûn û bi dilxwazî hewl da alîkariyê bide rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abudllah Zeydan. Piştî vê biryarê, xelkê Wanê li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiya nobetê da destpêkrin û çalakî di roja 3’yemîn de didome. Welatiyên tev li çalakiyê bûn, gotin: “Em şaredariya xwe nadin wan.”
Welatiyê bi navê Emîn Abî cezayê li Zeydan hatiye birîn weke zilm pênase kir û got: “Tu sûcê hevşaredarên me nînin û divê gelê Wanê xwedî li hevşaredaran derkeve û tişta ji dest tê bikin.”
Zekiye Kaya jî got: “Bila gelê Wanê xwedî li îradeya xwe derkeve. Ev, xwedîderketina li rûmeta xwe ye. Bêdengî, koletî ye. Serkeftin dê ya gelê Wanê be. Dixwazin bi destê qeyûm tola par hilînin. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din qeyûman tayîn dikin. Em bi tu awayî qeyûm qebûl nakin. Bila her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Tevî ku sûcê hevşaredaê me tune ye jî ceza didin. Dixwazin tola serkeftina par a li dijî hewldana xespkirina mazbatayê hilînin. Ev, sepaneke keyfî ye û nenaskirina vîna gel e.”
‘ROJ ROJA YEKITIYÊ YE’
Hamîde Ogrenç jî bi bîr xist ku gel bi îradeya xwe hevşaredarên xwe hilbijartiye û got: “Ev a tê kirin zilm e. Divê em li ber vê zilmê rabin. Em van kiriyaran qebûl nakin. Ev gel dê tu caran dev ji îradeya xwe bernede.”
Delîl Aksoy jî got: “AKP, vîna gelê Kurd nas nake. An sindoqan nedanin an jî îradeya me nas bikin. Gelê Kurd hevşaredarên xwe hildibijêre û çendek meh berê sûcan diafirînin û qeyûm tayîn dikin. Dê gelê Wanê berxwedana xwe dîsa nîşan bide. Em sepanên AKP’ê yên nenaskirina vîna gelê Kurd qebûl nakin. Şaredarî vîna gel e û ev gel dê li kolanê xwedî lê derkeve. Bila dinya dengê gelê Kurd bibihîse. Roj roja yekitiyê ye. Bila gel bê vê derê xwedî li vîna xwe derkeve.”
‘EM Ê ÇALAKIYA NOBETÊ MEZIN BIKIN’
Haci Şahîn jî tişta li dijî vîna gel tê kirin weke zilm û heqaret pênase kir û ev tişt anî ziman: “Em vê zilm û heqaretê qebûl nakin. Ev ne karê edalet û hiqûqê ye. Heke edalet hebûya ceza nedidan Zeydan. Tevî vê neheqî û bêhiqûqiyê jî daxwaza aştiyê tê kirin. Ma dê di vê rewşê de aştî çawa bibe? Weke gelê Wanê em vî cezayê şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê şaredariya xwe nedin. Lewma dê her roj bên nobetê bigirin û heta dawiyê li ber xwe bidin.”
‘EM Ê NEHÊLIN BÊ XESPKIRIN’
Emîn Bag jî berteka xwe wiha nîşan da: “Bi vî cezayî dixwazin vîna gel xesp bikin. Dema tên dibêjin em ê rêzê ji bo vîna gel bigirin lê derewan dikin. Gel bi îradeya xwe şaredariya xwe hilbijart. Niha ne vîna gel ne jî hebûna wan nayê qebûlkirin. Ev, zilm e. Çawa ku gelê Wanê berê nehişt vîna wan were xespkirin dê niha jî destûrê nede.”
MA / Mehmet Guleş