ÎZMÎR - HDK’ê ji bo civakîkirina aştiyê zend û bend bada û bi bernameyên cuda re li gel derdorên cuda re tê gel hev. Endamê Meclisa Giştî ya HDK’ê Erol Çirak diyar kir ku li Îzmîrê dest bi xebatan kirine û got: “Heke tevahiya civakê xwedî lê derkeve aştî dikare bibe.”
Hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hatin kirin, mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xist rojevê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî ji bo piştevaniya bi pêvajoyê re di 16’ê Çileyê de kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” da destpêkirin. Ji bo civakîkirina aştiyê, kampanya li seranserî Tirkiyeyê hate meşandin û di navbera 8-9’ê Sibatê de jî li Stenbolê bi dirûşma “Di rêya jiyana azad û wekhev a gelan de çareserî di aştiyê de ye” konferanseke navneteweyî hat lidarxistin. Di konferansê de li ser pêvajoyên pevçûn û çareseriyê hate axaftin û tecrûbeyên Efrîqaya Başûr, Kolombiya û Îrlandaya Bakur hatin nirxandin. Li bajarên din jî di panel, stant û serdanan de girîngiya civakîbûna aştiyê tê vegotin.
Endamê Meclisa Giştî ya HDK’ê Erol Çirak, têkildarî xebatên li Îzmîrê axivî.
‘AŞTÎ DIDE QEZENCKIRIN’
Çirak, diyar kir ku sedema tevahiya pirsgirêkên welêt şer e û got: “Di rewşeke wiha de axaftina li ser aştiyê girîng e. Divê hemû aştîxwaz vê pêvajoya dawî girîng bibînin û tev li xebatan bibin. Her kes ji aştiyê qezenc dike. Di van 40- 45 salan de bi hezaran kes mirin û ji bo ev pêvajo bi dawî bibe, divê em xwedî li civakîbûna aştiyê derkevin. HDK jî hewl dide di vê rewşê de tişta ji dest tê bike. Li hemû bajarên lê rêxistinkirî ji bo civakîkirina aştiyê û bilindkirina daxwaza aştiyê dixebite. Heke civak xwedî lê derkeve aştî dikare bibe. Li Îzmîrê me panelek li dar xist, bi hêzên ked û demokrasiyê re em tên gel hev û ji bo mezinkirina vê daxwazê em hewl didin. Lewma me kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ li Îzmîrê da destpêkirin.”
Çirak, destnîşan kir ku ji ber zextên îktîdarê di nava civakê de gumanên mezin çêbûne û axaftina xwe wiha qedand: “Di destekî wan ço, di destekî de aştî heye. Ev jî di nava civakê de rê li ber fikaran vedike. Weke HDK’ê em ê tu caran hêviya xwe qut nekin. Erê rast e fikarên civakê hene lê em di hevdîtinan de dibînin ku ev rewşa nediyar her ku diçe bêhtir zelal dibe. Li Îzmîrê em hewl didin xwe bigihînin ‘taxên din.’ Planên me yên ji bo civîn û panelan hene. Dê di 1’ê Adarê de bi Elewiyan re bicivin. Dê bi baweriyên cuda re jî bicivin.”