ENQERE - Rojnameger-Nivîskar Aykan Sever got: "Heta ku berxwedana HSD'ê bidome, kî çi stratejiyê ava bike bila ava bike, mecbûr e pozîsyona HSD'ê jî bibîne."
Rojnameger-Nivîskar Aykan Sever rûxandina rejîma Baas a Sûriyeyê û geşedanên piştî wê yên di çarçoveya destwerdana li Rojhilata Navîn de nirxand û diyar kir ku ev geşedan ne tenê li Sûriyeyê, parçeyek ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn in. Sever anî ziman ku şer bi ruhekî postmodern pêş ketiye û got ku tiştên ku li Sûriye û Rojhilata Navînê qewimîn ji vê pêvajoya şer ne serbixwe ne. Sever da zanîn ku di dema şer de nakokî û eniyên nû jî derketine û got ku şerê cîhanê yê sêyemîn bi guhertina desthilatdariyê li Amerîkayê derbasî qonaxeke nû bûye.
Sever da zanîn ku Amerîka û hevpeymanên wê bi rêya şer hewl didin ku cîhanê ji nû ve biguherînin û got ku sermayeya teknolojiyê ya di destê tîma Donald Trump de derfetên teknolojîk bi kar tîne da ku siyasetên Trump serweriya cîhanê bike û cîhanê ji bo berjewendiyên xwe manîpule bike. Sever anî ziman ku di vê pêvajoyê de dibe ku em bi manîpulasyonên ku nayên xeyalkirin re rû bi rû bimînin û got: "Li dijî nirxên şaristaniyê afirandiye jî êrişeke giran tê kirin. Ji ber vê yekê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wê bigihê astên xeternak. Yanî em bi pêvajoyeke ku wê zêdetir gefê li mirovahiyê û xwezayê bixwe re rû bi rû ne."
'XISTINA ESAD OPERASYONA NATO'YÊ YE'
Sever da zanîn ku rejîma Sûriyeyê bi operasyona NATO'yê hilweşiyaye û got ku Heyet Tahir El Şam (HTŞ) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) yên girêdayî Tirkiyeyê dê di vê çarçoveyê de zelal bibin. Sever bal kişand ser wê yekê ku ANS hêzek e ku di vê pêvajoyê de bi rêya Pîşesazî û Bazirganiya Şêwirmendiya Parastinê ya Navneteweyî (SADAT) hatiye organîzekirin û got: "Vê rêxistinê ne tenê li Sûriyeyê, li welat û herêmên wekî Lîbya û Qerebaxê jî bi kar anîn. Ji bo pêşdebirina polîtîkayên emperyalîst ên Tirkiyeyê hat bikaranîn. Ji ber vê yekê, ji van rêxistinan yek jê jî Sûriyeyê li dijî hêzên HSD'ê bera qadê dan, ên wekî SNA."
'TIRKIYE NIKARE YA XWE BI HTŞ'Ê BIDE KIRIN'
Sever anî ziman ku SNA nikare li hemberî berxwedana HSD'ê pêş bikeve û got ku ANS di nava HTŞ'ê de xwedî helwesteke cuda ye û di bin kontrola Tirkiyeyê de ye. Sever diyar kir ku Tirkiye dixwaze HTŞ'ê wekî kartekê bi kar bîne û got: "Ji ber vê yekê diyar e ku HTŞ bi tenê di vî karî de serketî nabe. Ji ber ku HTŞ heta niha tevlî şer nebûye, tevî zextên Tirkiyeyê jî. Yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê jî ew e ku HTŞ xwe baş bihêz bibîne. Bi rastî jî ne di wê astê de ye ku bi HSD'ê re şer bike. Her wiha di qada navneteweyî de jî hê rewa nebûye. HTŞ niha li Sûriyeyê êrişî elewiyan û xirîstiyanan dike û dixwaze bi zorê xw erewa bike."
'YA DIYARKER BERXWEDANA HSD'Ê YE'
Sever bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû ku beriya serdana Trump gotibû, "Me nexşeyên li Rojhilata Navînê ji nû ve xêz kir. Em ê bi Trump re wan bi awayekî baştir xêz bikin." Sever got: "Yanî di gengeşeyên bi Sûriyeyê re, wê stratejiya ku Îran û dûvikên wê dijminên sereke ne esas bê girtin. Di vê çarçoveyê de îlheqkirina Şrîatç, Xezeyê û beşeke Sûriyeyê heye. Lewma pêkan e ku bi Tirkiyeyê re hin bazaran bikin. Bi vê re wê stratejiya siberojê ya HTŞ, ANS û Tirkiyeyê jî diyar bibe. Em dibînin ku niha jî hin bazar hene. Lê di vir de ya diyarker berxwedana HSD û hêzên wê yên ew wan temsîl dike ye. kî çi stratejiyê ava bike bila ava bike, mecbûr e pozîsyona HSD'ê jî bibîne."
Sever da zanîn ku pêşeroja HTŞ'ê ne diyar e û zemîneke tune ye ku rasterast li dijî Tirkiyeyê rabe û got ku niha polîtîkayeke ku dilê Tirkiyeyê û hin kesên din xweş bike dimeşîne. Sever bilêv kir ku HTŞ ji bo ku karibe bi HSD'ê re li hev bike pêşî divê bibe rêveberiyeke demokratîk û got ku wê peymana di navbera Trump û Erdogan de têkiliya HTŞ û Tirkiyeyê jî diyar bike.
Sever da zanîn ku Tirkiye polîtîkayeke emperyalîst dişopîne, lê di vê qonaxê de mirov nikare bêje ku li Sûriyeyê bi ser ketiye û got: "Ev ne siyaseteke tesadufî ye. Bi taybetî jî piştî sala 2013'an di vê stratejiya emperyalîst de gelek gav avêtin. Xala girîng a vê stratejiyê ew bû ku navenda desthilatdariyê ya li Tirkiyeyê bi DYA'yê re bike yek û avakirina dîktatoriyekê bû. Di vî warî de bi ser ketin. Hefteya borî qanûnek derbas bû, Erdogan bû xwedî karbidestiyên ku padşahên Osmaniyan ne xwedî wan bûn. Li vir heya muxalefeta Tirkiyeyê li dijî vê stratejiyê ranebe wê bi hêsanî paş de gav neavêje. Bi taybetî divê em li dijî polîtîkayên emperyalîst rabin."
MA / Omer Gungor