Di bin banê NÇM'ê de ‘Koma Vejîn’ hat avakirin

img

STENBOL - Endamên Koma Vejîn a di bin bannê NÇM'ê de hat avakirin, diyar kirin ku kom mîrate ne û gotin: "Em hatin gel hev ku rastiya jiyana komun û muzîkê careke din bînin bîra xwe. Armanca me ew e ku em vê kevneşopiya komê bi gelê xwe re bînin cem hev."

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), di sala 1991'ê de bi kombûna rewşenbîrên kurd li Kolana Îstîklal a navçeya Beyoglû ya Stenbolê hat avakirin. NÇM bi salan e ji bo pêşxistina çand û hunera kurdî li dijî polîtîkayên  asîmlasyonê tevdigere. Di bin banê NÇM'ê de gelek komên wekî Koma Amed, Koma Gulên Xerzan, Agirê Jiyan, Koma Çiya, Koma Asmîn, KOmaza Azad û Koma Mezrabotan hatin avakirin. NÇM, ji roja ku hatiye avakirin heya niha bi stran û muzîka kurdî ya afirandiye tim balê dikişîne. 
 
NÇM ji damezrandina xwe heta niha di warê şano, sînema, muzîk û wênesaziyê de gelek atolye li dar xistine û bi hezaran xwendekar perwerde kiriye. Li dijî hunermendên NÇM'ê yên ku her dem bi zextên dewletê re rû bi rû mane, gelek doz hatin vekirin û gelek hunermend hatin binçavkirin û girtin. Tevî hemû astengiyan jî NÇM ji berhem û xebatên xwe tawîz nedaye. NÇM ku her tim xwe dubare dike û li hemberî êrişên desthilatê derdikeve pêşberî raya giştî, herî dawî piştî nêzî 10 salan "Koma Vejîn" ava kir.
 
Vokalîsta Koma Vejînê Zelal Suyu û Engîn Cengîz ê li baxlemeyê dixe der barê koma hatiye avakirin de nirxandin kir.
 
‘KOM MÎRATE YE'
 
Dengbêja Koma Vejînê Zelal Suyu diyar kir ku wê di dema xwendekariyê de dest bi NÇM’ê kiriye û wiha got: “Ez di pêvajoya pêşketinê de di Koma Vejînê de wekî vokalist xebitîm. Weki ku tê zanîn gelek xebatên NÇM’ê bi koman dest pê kirin. Kom mîrateyeke heyî ye û ji bo ku em vê mîrateyê bidomînin me ev kom ava kir. Li aliyê din polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman û çanda kurdî berdewam dikin. Lê li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê jî xebat hene. Em dîsa hatin cem hev da ku rastiya yekîtiyê li hemberî hunera takekesî destnîşan bikin. Em hatin gel hev ku rastiya komun, jiyana komun û muzîka komunal a ku bi salan e nayê domandin careke din bi bîr bînin. Em ê di vî warî de jî bimeşin. Wekî kom, em ê xebatên heyî ji nû ve bidin der. Em ancax bi vî awayî dikarin çanda xwe ava bikin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku xwedî li vî ruhî derkevin û bi vî rengî xebatên xwe yên hunerî bidomînin."
 
Engîn Cengîz ê di “Koma Vejîn”ê de li baxlemeyê dixe jî wiha got: “NÇM xwedî kevneşopiya koma ye. Lê belê di van 10 salên dawî de ji vê kevneşopiyê dûrketin çêbûye. Armanca me ew e ku em vê kevneşopiya komê ji nû ve zindî bikin û bi gelê xwe re bînin cem hev. Koma Vejîn xwe disipêre feraseteke kolektîf û şoreşgerî ya hunerê. Em ê berhemên otantîk ên ku ji aliyê gelê me ve hatine afirandin dem bi dem têxin nav repertuara xwe."
 
Cengîz da zanîn ku ew ê muzîka kurdî ya kevin berhev bikin û dîsa îcra bikin û got: “Em di serdemekê de ne ku meyleke mezin ji bo muzîk, huner, çand û zimanê kurdî heye. Em li dijî van hatin cem hev ku em bi hunera xwe li dijî wan şer bikin. Li welêt bazareke mezin a muzîkê heye; Li aliyekî vê muzîka kurdî heye. Helwestek me heye ku ji çêkirina muzîka bazarê û pîşesaziyê dûr dikeve. Bi Koma Vejîn re em hewl didin guhertoya nû ya kevn derxin holê. Em plan dikin ku gelek berhemên ku hatine jibîrkirin, stranên hatine qedexekirin û astengkirin û zêde behsa wan nehatiye kirin, bidin der. Ji ber ku em behsa dîrokeke mezin a NÇM'ê dikin. NÇM xwedî dîrokeke 34 salan e. Nirxên mezin hatin afirandin û hilberandin. Em hatin gel hev ku van nirxan dîsa bi gelê xwe re bînin cem hev. Wekî Koma Vejîn gelê me wê di gelek çalakiyên wekî Newrozê de me bibîne. Em dixwazin bi gelê xwe re bên cem hev." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

16/02/2025
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
09:35 ‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’
09:11 KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê
09:09 Behsa nasîna xwe ya bi Ocalan re kir: Girêdana min a bi têkoşînê re zêde bû
09:04 Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
08:48 Nobet di roja 4’an de didome: Gelê Wanê dê dîsa bi ser keve
08:35 Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin
07:21 Cemîl Bayik: Nameya Rêber Apo gihîşte me
13/02/2025
16:30 Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne
16:20 Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin
16:07 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
15:54 Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
15:42 Nasnameyên 32 welatiyên li Şengalê hatin qetilkirin bi salan piştre hatin eşkerekirin
15:17 Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
15:16 Serokkomariya Iraqê ‘Qanûna statuya rewşa kesî’ erê kir
15:09 Di doza Sûrê de 11 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Atalay
14:07 Zengîn a AKP’î ji bo ‘vasî’ li Gergerlîoglû bê tayînkirin serî li dadgehê da
13:03 Komek rewşenbîrên misliman: Divê meclis berpirsyariyê bigire ser xwe
12:39 Nobeta li Wanê didome: Beriya şahiyê gel bicoş e
12:27 Li Xarpêtê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:19 Walîtiyê Amedê bîranîna Şêx Seîd qedexe kir!
12:14 Hêlîn Umît: Naveroka bangê dê di rojên pêş de zelal bibe
11:51 Binçavkiriyên li Stenbolê sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Li Wanê peyama ‘Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin’
11:31 Zeydan: Wan bi sekna xwe bûye hêvî û serfiraziya her kesî
11:01 Mehmet Ocalan: Çareserî dê ji bo her kesî baş be
10:28 Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin
10:25 Gelê Wanê: Em ê şaredariya xwe nedin wan
10:04 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin