Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Plana we ya çareseriyê çi ye?

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari xwest ku îktîdar plana xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd eşkere bike û got: “Heke çareseriyê bixwazin, divê zemîneke ku birêz Ocalan rasterast bi rêxistina xwe re hevdîtinan bike bê amadekirin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê di civîna koma partiya xwe de axivî. Beriya axaftina Tulay Hatîmogûllari, bi boneya salvegera erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda Mereşê sînevîzyonek hate pêşandan. Piştre jî Tulay Hatîmogûllari axivî û got ku di erdhejê bi tenê hatine hiştin û heta ku pirsgirêkên mexdûrên erdhejê tên çareserkirin dê têkoşîna wan bidome. 
 
‘HETA KU DI HIŞÊ HER KESÎ DE CIH DIGIRE EM Ê BIBÊJIN JIN JIYAN AZADÎ’ 
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bi boneya salvegera qetilkirina Ozgecan Arslan ew bi bîr anî û got ku pergala darazê ya mêr zilaman diparêze lewma jin bêhtir tên qetilkirin. Tulay Hatîmogûllari, got: “Em jin naxwazin bên qetilkirin. Em ji bo mafê xwe yê jiyanê têdikoşin û dê tu caran bêdeng nemînin û serî netewînin. Heta ku di hişê her kesî de cih digire em ê bibêjin jin, jiyan, azadî û meşa xwe bidomînin.” 
 
KOMARA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK 
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Ji Sûriyeyê heta Filistînê li Rojhilata Navîn her der wêran bûye. Zext û tundiyeke mezin li ser gel û nasnameyan heye. Em dibin şahidê rêveberiyên gelan tune dihesibînin. Herî dawî li Sûriyeyê mînaka vê derket holê. Nabe ku li Sûriyeyê rêveberiyeke bêyî Kurdan, Elewiyan, Durziyan û gel û baweriyên din bê avakirin. Divê qedera gelên Sûriyeyê ne li pişt deriyên girtî lê divê bi eşkereyî û bi adilane û wekhev bê diyarkirin. Tevî vê jî mixabin hin kesên xeyalên fetihkirinê dijîn hene. Hewl didin berê gelan bidin hev û bi hev bidin qirkirin. Wiha nekin. Heyfa herêmê ye. Rizgariya gelên Sûriyeyê bi serdestiya neteweyekê nabe. Rizgariya Sûriyeyê bi modêla Sûriyeya demokratîk pêkan e. Banga min ji bo kesên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dibêjin ‘Em ê tune bikin, em ê lê bixin e’; gelo ma hûn li ser komputerê lîstika şer dilîzin ku dibêjin em ê lê bixin, bişikînin, bikujin. Bi kuştina sivîlan kesek nikare tu encaman bi dest bixe. Êrişên ser sivîlên li Bendava Tişrînê didomin. Bendava Tişrînê pireke di navbera gelan de ye û Tirkiye bi destê çeteyan dixwaze vê pirê biteqîne. Bila her kes were ser hişê xwe. 
 
DESTÊ XWE JI SER GEL BIKIŞÎNIN
 
Li Rojhilata Navîn navên serdestan diguherin lê dijminatiya li gelan qet naguhere. Em daxwaza Rojhilateke Navîn a gel di nava aştî, aramî, edalet û wekheviyê de dijî dikin. Bi şer, talan û dagirkeriyê aramî nayê vê xakê. Destên xwe yên mêtingeriyê li ser Filistîn û Rojava bikişînin. 
 
LIHEVKIRINA BAJAR WEKE SÛC HATIYE NÎŞANDAN 
 
Di demeke ku em daxwaza aştiyê dikin û ji bo wê têdikoşin de îktîdara li Tirkiyeyê çi dike? Îro li Stenbolê li dijî 9 şaredariyan operasyon kir. Ev jî derbeyeke siyasî ye. Lihevkirina Bajar, daxwaza pêkvejiyanê ya ziman û baweriyên cuda ye. Mafê herî demokratîk ê cîhanê ye û lihevkirina bajar e. Serdozerê komarê weke sedem nîşan daye. Gelo lihevkirin çawa dibe sûc? Deraqiliyeke wiha li cîhanê tune ye. 
 
Weke DEM Partiyê ji Stenbolê heta Edîrne, Îzmîr û Çukurovayê em xwe li her derê birêxistin dikin. Em ê ji Colemêrgê heta Edîrneyê li her derê lihevkirina bajar bi gel û baweriyan re birêxistin bikin. Dê hêza tu kesî têr neke ku pêşiya vê bigire. Îro serê sibehê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan. Ev biryar, nenaskirina îradeya xelkê Wanê ye ku 14-0 qezenc kiribûn. Li Wanê me serkeftineke dîrokî bi dest xistiye. Ev cezayê hatiye dayin li gelê Wanê hatiye birîn. Xespkirina îradeya gel e. Em qebûl nakin û dibêjin ku dev ji vê deraqiliya xwe berdin. Em ji îktîdarê re dibêjin; ey îktîdar tu ji bo bidawîkirina guftûgoyê van gavan diavêjî? Em ne îradeya xwe teslîmî we dikin ne jî dev ji têkoşîna aştiyê ber didin. 
 
DÊ SERDEMEK WERE GIRTIN Û DERIYÊ SERDEMEKE NÛ WERE VEKIRIN 
 
Li pêşiya me 15’ê Sibat heye. Ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn rojeke diyarker e. Di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî birêz Abdullah Ocalan komployeke derhiqûqî ya navneteweyî hat lidarxistin. Bi vê komployê xwstin berê Kurdan, Tirkan, Ereban, Farisan, Suniyan û Elewiyan bidin hev. Lê birêz Ocalan ev yek dît û got; ‘Xwestin min bikin gogeke ji agir û biavêjin hembêza Tirkiyeyê de lê helwesta min tam jî wiha bû. Min bi komara demokratîk û fikra welatê hevpar re hêviya pêkvejiyana gelan parast.’ Polîtîkaya emperyalîstan ku Kurd bi Tirkan û Tirk bi Kurdan didan qirkirin teşhîr kir. Ji bo pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin hewl da. Niha jî ji bo di salvegera 26’emîn de komployê biavêje sergoyê têdikoşe. Birêz Ocalan xwe ji bo bangekî dîrokî ku dê di rojên pêş de were kirin û dikare qedera welêt biguherîne û rêya aştiyê veke amade dike. Ev bang dê serdema ku bi pevçûnan teşe girtî bi dawî bike û deriyeke nû yê aştiyê û demokrasiyê veke. 
 
Beriya vê banga birêz Ocalan, weke DEM Partiyê me li çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bi gel re civîn li dar xistin. Me li Stenbol, Amed û Mêrsînê mitîng lidar xist û li 42 navendan jî em bi gel re civiyan. Em ê bi Elewiyan re, bi rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, tevgerên jinan, aktîvîstên mafên mirovan û xwezaparêzan re hevdîtinan bikin. Em hewl didin aştiyê civakî bikin û ji bo vê dixebitin. Tevî wêneyê reştarî yê îktîdar xêz dike jî em bihêvî ne. Di piraniya hevdîtinên bi gel û partiyên muxalefetê re daxwaza aştiyê derket pêş û gotin ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokrasiyê bê çareserkirin. 
 
EY ÎKTÎDAR PLANA TE YA AŞTIYÊ ÇI YE?
 
Ev yek hêviya me mezin dike. Em niha jî ji îktîdarê dipirsin; gelo ji bo vê pirsgirêka sedsal in didome derbasî zemîna hiqûq û siyasî bikin çi amadekariyên we hene? Amadekariyên we çi ne? Li Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd lê hatiye çareserkirin dê her kes jihev bawer bike. Kesek cihêkariyê nake. Li welatekî hevpar dê jiyaneke demokratîk were avakirin. Ne tenê Kurd dê 85 milyon hemwelatiyên me ji aştiyê qezenc bikin. madem ev pêvajo dê qedera her kesî biguherîne, wê demê divê li gorî wê hazirî bên kirin. Divê îktîdar erk û berpirsyartiyên xwe tavilê bicih bîne. Li tu deverên cîhanê aştî yekalî çênabin. Ji bo aştiyê divê pêvajoya guftûgoyê bi aştiyê tacîdar bibe. Ji bo vê jî divê îktîdar nexşerêya xwe eşkere bike û plana xwe parve bike. Hûn ewqas qala aştiyê dikin lê îktîdar weke ku aştiyê bike xuya nake. Ey îktîdar, plana xwe ya çareseriyê bi raya giştî re parve bike. Dewlet li bendê ye ku birêz Ocalan berpirsyartiyeke mezin li xwe bigire lê tu şert û mercan jê re naafirîne. Ji kesekê ku têkiliya wî bi derve re nîne dixwaze meseleya sedsalî çareser bike. Ma di van şertan de dikare muzakere bên kirin? Nabe. Heke çareseriyê bixwazin, heke armanc bêdengkirina çekan be, divê zemîn were amadekirin ku birêz Ocalan yekser bikare bi rêxistina xwe re hevdîtinan bike. Her aqilê ku şert û mercên birêz Ocalan amade nake ew aqil e ku naxwaze çek ji holê rabin û aştî çêbibe. 
 
SERDANÊN ŞANDEYÊN ÎMRALIYÊ
 
Şandeya me ya Îmraliyê dê di dawiya vê hefteyê de li Herêma Federe ya Kurdistanê hevdîtinên girîng bike. Dê bi yek ji lîderên pir girîng ê gelê Kurd birêz Mesûd Barzanî re hevdîtineke berfireh bike. Di hevdîtinê de dê rêyên demokratîk û aştiyane yên çareseriya pirsgirêka Kurd, îstîqrara herêmê û hwd. li nêrîn û pêşniyarên birêz Barzanî were guhdarîkirin. Her wiha dibê bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û bi Serokê YNK’ê b,rêz Bafil Talabanî û Cîgirê Serokwezîr birêz Kubat Talabanî re hevdîtinan bike. Di hevdîtinan de dê têkildarî pêşeroja hevpar a gelê Kurd hevdîtinên girîng bên kirin. 
 
DÊ NÊRÎN Û PÊŞNIYAR BI BIRÊZ OCALAN RE BÊN PARVEKIRIN 
 
Şandeya me dê piştî van hevdîtinan; nêrîn û pêşniyarên heyî bi birêz Abdullah Ocalan re parve bike. Weke DEM Partiyê em hêvîdarin ku ev yek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya herêmê sûdewer be. Dê aqilê hevpar û zemîna diyalogê ya têkildarî pêşeroja gelê Kurd xurtir bibe. Birêz Ocalan di hevdîtinan de xwest ku nêrîna dewletê ya ku Kurdan weke gefekê dibîne ji holê were rakirin. Her wiha birêz Ocalan dibêje ku têgeha ‘terorê’ ya ji bo Kurdan tê bikaranîn yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. 
 
Tişta ku birêz Abdullah Ocalan weke paradîgma pênase dike, rakirina tevahiya prangayên li ser siyaseta demokratîk e. Rakirina paronaya bekayê ya Tirkiyeyê ye. Ev aqil, hewl dide dijberiya Kurdan bi dawîbike û deriyên demokrasiyê het dawiyê veke.  Ev paradîgma ji bo azadî û wekheviya tevahiya Tirkiyeyê avakirina zemîna hêviyê ye.” 
 
 

Sernavên din

13/02/2025
10:01 KCK: Yên bang kirin bila şert û mercan çêbikin
09:47 HDK biisrar e ku aştiyê civakî bike
09:33 Tehliyeya Kandemîr bi hinceta ‘greva birçîbûnê’ taloq kirin
09:09 'Kî çi stratejiyê ava dike bila bike, lê mecbûr e HSD'ê bibîne'
09:09 Rojnameger Germiyanî: Li dijî qetilkirina rojnamegeran pêdivî bi helwesteke navneteweyî heye
09:07 Di bin banê NÇM'ê de ‘Koma Vejîn’ hat avakirin
09:02 Her sal di 15'ê Sibatê de rojî digire: Wê komploger winda bikin
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2025’AN
08:41 Gel ev 3 roj e li pêşiya şaredariyê li ber xwe dide
12/02/2025
16:47 Malbata Rojwelat Kizmaz: Bila berpirsyar hesabê bidin
16:39 Dadgeha Bilind cezayê ‘endamtiyê’ yê Ayşe Gokkkan betal kir
16:14 Ma Music çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê
16:09 Amedsporê banga îstîfayê li Midûriyeta Ciwan û Sporê kir
15:41 Di çalakiya li Akdenîzê de bertek nîşanî cezayê li Zeydan hatiye birîn dan
15:32 IFJ’ê bertek nîşanî fesxkirina Sendîkaya Rojnamegeran a Sûriyeyê da
15:20 Dewleta tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
14:15 Ji bo Koyluoglû mewlûd hat dayin: Dê peyrewên wî têkoşîna heqîqetê bidomînin
14:07 Îdianameya Îmamoglû hate qebûlkirin
13:57 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Akyuz hate rakirin
13:46 Rojnameger Samî Yilmaz hate binçavkirin
13:43 Ji bo mitînga Strasbourgê bang hate kirin
13:34 Dozgeriya li dijî biryara betalkirina di doza Sûrê de derketî ceza xwest
13:17 Li Wanê çalakiya girseyî: Em ê îradeya gel biparêzin
13:10 DBP dê li Amedê kongreyê li dar bixe
12:58 Li Salîhliyê 18 kes hatin binçavkirin
12:26 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
12:16 AYM’ê ji bo cezayê dabûn rojnameger Yelda Çîçek biryara binpêkirinê da
12:00 MYK’a DBP’ê: Em ê li dijî êrişên ser HDK’ê têbikoşin
11:53 Polîsê Kazanhan qetil kirî ev saleke nehatiye girtin
11:42 Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin
11:21 Wesayîta karkeran qeza kir: 10 kes birîndar bûn
11:20 Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin
11:14 Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe
10:18 Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin
10:18 Amed bi berfê xemilî
09:16 Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng
09:11 Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim
09:10 Margaret Owen: Heya Ocalan azad nebe em ê nikaribin li ser aştiyê biaxivin
09:06 Farisogûllari: Ger AKP pêvajoyê bixitimîne ya winda bike wê Tirkiye be
09:02 'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, em amade ne bitêkoşin'
09:01 Kaganarslan: Ji bo civakîkirina çareseriyê gavên pratîk divê
09:00 ROJEVA 12’Ê SIBATA 2025’AN
08:34 Li Wanê dê daxuyaniya girseyî were dayin
08:31 Hevşaredar Neslihan Şedal: Em ê rê nedin xespkirinê
08:31 Berxwedan li taxan belav bû
08:30 Xelkê Wanê heta serê sibehê li pêşiya şaredariyê bû
11/02/2025
23:59 Tevî sar û seqemê jî bi hezaran kes li ber şaredariyê ne
16:24 Li dijî hewldana tayînkirina qeyûm li Wanê kon hate vegirtin
16:19 Li pêşiya Girtîgeha Evînê çalakî: Darvekirinan bidin sekinandin
16:18 Gundê Kobanê tê bombebarankirin
16:12 Neslîhan Şedal: Gelê hûn îradeya wê tune dihesibînin dê çawa pê re aştiyê bikin?
16:04 Di 12 salan de 742 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:52 HDK’ê ji dozgeriyêr e got: Ne hedê tu kesî ye kongreya me tawanbar bike
15:33 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû ji nexweşxaneyê derket
15:32 Şîna Koyluoglû hate ziyaretkirin: Dê têkoşîna me de her dem bijîn
15:13 Tulay Hatîmogûllari: Dibe ku banga Ocalan bi 15’ê Sibatê re negihije
14:11 Xelkê Wanê: Em ê careke din mezin li ber xwe bidin
12:44 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Plana we ya çareseriyê çi ye?
12:29 Aktar: Biryara ji berê ve hatibû dayin xwendin
Karaman: Mesele talankirina Şaredariya Wanê ye
11:52 Di doza rojnamegeran de dê aqûbeta dosyayên cuda were pirsîn
11:33 Di doza Safîturk de daxwaza jinûve darizandinê
11:31 Li Rihayê kesek hate binçavkirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Necla Demîr: Dixwazin çapemeniyê veguherînin amûra propagandayê ya dewletê
10:43 Parêzerê Aktar: Biryareke siyasî ye û ji bo tayînkirina qeyûm hat dayin
10:29 Li pêşiya şaredariyê protesto: Em ê rê nedin xespkar û dizan!
10:12 Abdullah Zeydan: Tu hukmê vê biryarê tune ye
10:05 Xelkê Wanê diherike ber avahiya şaredariyê
10:04 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Zeydan
09:52 Abdullah Ocalan dê bangekî çawa bike: Ji Şandeya Îmraliyê Onder ji MA’yê re vegot
09:28 Çîrokên çalakvanên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
09:09 Zhiyan Yaseen: Iraq bi qanûna rewşa kesane re îstîsmara zarokan rewa dike
09:08 Jinan ji bo 'Sala Malbatê' got: Ka berpirsiyariya bav?
09:07 Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Armanc Lîga 2'yemîn e
09:05 Berdana girtî Tekîn ji ber cezayên disiplînê hat astengkirin
09:04 26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN
08:40 Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
10/02/2025
15:46 Li Rihayê 2 kes hatin girtin
15:27 Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’