ENQERE- Agît Tekîn ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Çorumê girtî ye, înfaza cezayê xwe û cezayên disiplînê temam ki yên girtîgehê bi dawî kir, lê berdana wî heta meha Cotmeha 2025'an hat taloqkirin.
Agît Tekîn ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Çorumê girtî ye, tevî ku cezayê wî bi dawî bûye û înfaza cezayên disiplînê temam kiriye jî, nayê berdan. Tekîn ku di 7'ê Hezîrana 2018'an de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin, 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Berî cezayê Tekîn biqede bi sê rojan, berdana wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve hat astengkirin. Hat hînbûn ku Tekîn ji ber cezayên disiplînê yên ku piştî çalakiya protestoyî û grevên birçîbûnê yên li girtîgehê tevlî wan bûye, nayê berdan.
Di 8'ê Çileya 2025'an de, 3 roj beriya ku cezayê Tekîn biqede, Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji bo tespîtkirina "tevgera baş" a Tekîn civiya. Lijneyê Tekîn sewqî xizmeta psîkolojî, perwerdehî û rêveberiyê kir. Ev servîs der barê Tekîn de raporeke erênî dan. Lê belê serwîsa "ewlehiyê" raporeke neyînî da û îdîa kir ku Tekîn di lêgerînên li qawîşê de alîkariya wan nekiriye.
Lijneyê ji bo biryarê bide li ser mijarên cuda pirs ji Tekîn kirin. Lijneyê ji Tekîn ê ku li ser daxwaza rêveberiyê di qawîşa yekkesî de ma pirsî, "Çima hûn dixwazin di qawîşa yekkesî de bimînin?" Tekîn bertek nîşanî vê yekê da û got: "Rêveberiyê got, 'Ji ber ku derfet nînin em di hucreya yekkesî de dihêlin.'"
Her wiha ji Tekîn der barê PKK'ê de fikrên wî hat pirsîn û hat gotin ku "poşman e yan na?" Tekîn anî ziman ku wî tu sûc nekiriye, lewma tiştekî ku poşman bibe nîne. Lijneyê her wiha pirsî ku ger bê berdan dê çi bike. Lijneyê di biryara xwe ya piştî van pirsan de, tevî ku Tekîn cezayên disiplînê yên ji ber binpêkirinên mafên wî lê hatibûn birîn û çalakiyên protestoyê yên piştî grevên birçîbûnê nîşan dan û berdana wî asteng kir. Tehliyeya Tekîn heta 11'ê Cotmeha 2025'an hat taloqkirin.
Tekîn bi rêya parêzerên xwe di 17'ê Çileyê de ji bo îtîrazê serî li Dadgeriya Înfazê ya Çorumê da. Dadger di biryara xwe de nirxand ku tenê servîsekê rapora neyînî daye û nîşan da ku 23 cezayên disiplînê yên ku li Tekîn hatine birîn înfaza wan nehatiye kirin. Dadgeriyê di 20'ê Çileym de îtîraza Tekîn red kir. Tekîn înfaza cezayê disiplînê yên lê hatine birîn hemûyan temam kiriye.
Tekîn û parêzerên wî li dijî vê biryarê serî li dadgeha bilind dan.
MA / Mehmet Aslan