* Îbrahîm Demîr ku 26 sal in tev li çalakiyên protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan dibe, wiha got: “Min, xwe û gelê xwe bi wî nas kir. Azadiya fîzîkî daxwazeke jêneveger e.”
*Li hemberî Komploya Navneteweyî çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pêl bi pêl çalakî hatin lidarxistin û kesên beşdarî vê çalakiyê bûn mîrateyeke mezin li pişt xwe hiştin. Malbatên çalakgeran behsa zarokên xwe kirin û gotin tekane daxwaza wan azadî bû.
* Agît Tekîn ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Çorumê girtî ye, înfaza cezayê xwe û cezayên dîsîplînê temam ki yên girtîgehê bi dawî kir, lê berdana wî heta meha Cotmeha 2025'an hat taloqkirin.
* Jinên ku me “Sala Malbatê” ya ku AKP’ê li Enqereyê îlan kir ji wan pirsîn gotin: “Dixwazin bi polîtîkayên dayika cîran, xebata barsivik û zayinê jinan hepsî malê bikin. Di mezinkirina zarok de tenê ne dê, divê berpirsiyariya dê jî hebe."
* Dadgeha Îstînafê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li endamê ÎHD'ê Firat Akdenîz hatibû birîn, pesend kir. Akdenîz diyar kir ku li welatên ku hiqûq lê heye, twanbariyên wekî hinceta sûc hatine nîşandan nabin mijara lêpirsînê jî.
* Tîma Futbolê ya Jinan a Klûba Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi armanca şampiyoniyê xwe ji bo sezona nû amade dike. Antrenor Nêrgîz Acar û futbolvan Evîndar Tûran diyar kirin ku wan bi serketina xwe ya li qadê klîşeya "futbol karê mêran e" şikandine.
* Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder têkildarî banga dîrokî ku tê payin Abdullah Ocalan bike ji MA'yê re axivî û got: "Peywira dikeve ser milê civakê û me ew e ku em baxçeyê aştiyê li cihê tê tesewirkirin ava bikin."
* Aktivîsta Mafên Jinan Zhiyan Yaseen diyar kir ku li Iraqê bi "Qanûna Rewşa Kesane" re dê di nava civakê de tundî belav bibe û got: “Ev qanûn qanûneke ku îstîsmara zayendî ya li ser zarokan rewa dike.”
* Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00)
* Danişîna doza rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin dê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ
* TJA dê tundiya li dijî rojnameger Oznûr Deger û biryara girtina wê li Mêrdînê protesto bike. (15.00)