STENBOL - Li Stenbolê li dijî 7 şaredariyan operasyon hate kirin û cîgirên şaredaran û endamên meclisan jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê der heqê gelek şaredariyên di bin rêveberiya CHP’ê de lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de cîgirên şaredarên Kartal û Ataşehîrê û endamên meclisên şaredariyên Tuzla, Adalar, Şîşlî, Beyoglû û Fatîhê di nav de bi giştî 10 kes hatin binçavkirin.
Di dosyayê de biryara nepeniyê heye û hat zanîn ku ji bo 24 saetan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayin.
DOZGERIYÊ BAL KIŞAND SER ‘LIHEVKIRINA BAJAR’
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî binçavkirina wiha got: “Ji bo hemû hêma û kesên di nava xebata Lihevkirina Bajar de cih girtin bên deşîfrekirin, der heqê kesên di nava Sîwana HDK’ê ya Stenbolê de cih digirin lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
CIGIRTINA KURDAN A DI RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ DE SÛC DÎT!
Serdozgeriyê, di daxuyaniya xwe de bi eşkereyî diyar kir ku armanca lêpirsînê ew e ku nehêlin Kurd di rêveberiyên herêmî de cih bigirin û got: “Teoriya formula Lihevkirina Bajar ji hêla rêxistina terorê ve hatiye çêkirin û formula cîbicîkirina pergala xweseriya demokratîk a li hinek qadan e. Armanc ew e ku li bajarên rojhilat bi bidestxistina rêveberiyên herêmî re pergala xweseriya demokratîk ava bikin û li bajarên rojava jî nifûsa Kurdan jî bi rêbazeke mîna pergala xweseriyê daxilî rêveberiyên herêmî bikin û di vê çarçoveyê de hatiye avakirin. Navê wê jî ‘Lihevkirina Bajar’ lê kirine. Bi vê formula ‘Lihevkirina Bajar’ dixwazin ku heke Kurd li bajar û navçeyên rojava şaredariyan bi dest nexin jî bi rêya lihevkirinê piştgiriyê bidin hinek namzetan û beramberî vê jî di meclisên şaredariyan de heta astekê kotayê bi dest bixin. Bi vê rêyê jî dixwazin di biryarê meclisa şaredariyê de xwedî gotin bin, di rêveberiyên herêmî de cih bigirin û hevsengiyeke siyasî ava bikin.”
KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Endamê Meclisa Şaredariya Şîşliyê Sînan Gokçe, endamê Meclisa Şaredariya Uskudarê Bulent Kaygun, endama Meclisa Şaredariya Fatîhê Guzîn Alparslan, Cîgirê Şaredarê Ataşehîrê Lîvan Gur, Cîgirê Şaredarê Kartalê Cemalettîn Yuksel, endamê Meclisa Şaredariya Hasan Ozdemîr, endamê Meclisa Şaredariya Beyoglûyê Turabî Şen, endama Meclisa Şaredariya Sancaktepeyê Elîf Gul, endamê Meclisa Şaredariya Adalarê Nesîmî Aday û kesê bi nvaê Î.P. yê pêwendiyên bi Şaredariya Beyoglûyê re heye.