NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Koyluoglû ji hela dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hate qetilkirin. Rojnameger Bêrîtan Zagros ku hevala Koyluoglû ya xebatê ye, diyar kir ku rojnamegerên Kurd serdestiya psîkolojîk a dewletê têk dibin lewma hedef tên girtin û got: “Lewma tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin.”
Rojnameger Azîz Koyluoglû di 27’ê Çileyê de li herêma Ranyayê ya bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hate qetilkirin. Koyluoglû, di sala 1976’an de li navçeya Xana Axparê ya Amedê ji dayik bû û 32 salan bênavber têkoşiya. Koyluoglû, di navbera salên 1996-1998’an de 3 caran ji hêla dewleta tirk ve hate girtin û di sala 2000’î de jî xebatên xwe yên rojnamegeriyê li Herêma Federe ya Kurdistanê domand. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re di sala 2013’an de ji bo şopandina geşedanan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di navbera salên 2018-2019’an de êrişên dewleta tirk ên li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê şopand. Koyluoglû, di 32 salên xwe yên têkoşînê de di nava Çapemeniya Azad de nûçegihantî, edîtorî, rêveberî, şîrovekar û weke perwerdekar xebitî.
'HEM EZÎZ HEM JÎ KEMAL BÛ’
Rojnameger Bêrîtan Zagros ku demekî dirêj bi Azîz Koyluoglû re xebitî, wiha got: “Hevalê Azîz mîna navê xwe kesekî hem ezîz bû hem jî Kemal bû. Demekî dirêj bû me hevdu nas dikir. Li Başûr me bi hev re demên xweş lê pir zehmet derbas kirin. Lê belê kar, şer û şert û merc çiqas zehmet dibin bila bibin dema mirov li cem rêheval Azîz, mirov rêyekî ji bo her cureyên astengî û zehmetiyan dibîne. Heke tu tiştekî neke jî hebûna wî, enerjiyeke erênî dida mirov û bawerî dida. Li cihê lê dima kesekî rengîn bû. Ji dûr ve sar xuya dikir lê kesên wî jinêzve nas dikin, dizanin ku kesekî pir keyfxweş û dilnerm bû. Sekna Azîz a aram û rêzgirt, dikir ku peyamên xwe bi zelalî bide, dikir ku bibe xwedî otorîteyeke xwezayî û bandorê li ser kesên li derdora xwe û hevalên xwe bike. Tiştên dizanî û hîn dibû her tim hewl dida hînî derdora xwe jî bike. Lewma mamosteyekî xwezayî bû. Bi taybet jî heta dawiyê rêya xwesteka nûjenî û pêşketinê li ber hempîşe û hevalên xwe vekir. Heke bikariya jê re dibû alîkar heke nekariya bibe alîkar jî astengiyên li pêşiya wan radikir. Ji ber vê taybetiya xwe her kesî jê hez dikir û jê re rêz digirt.”
'HERKESÎ JI WÎ HEZ KIR’
Di berdewamê de Bêrîtan Zagros anî ziman ku rojnameger Koyluoglû kesekî zana bû û wiha pê de çû: “Yek ji taybetiyên din ên hevalê Azîz jî hişmendiya wî ya neteweyî bû. Lewma jî ji bo dagirkeriya li başûr û rojavayê Kurdistanê têk bibe, ji bo yekitiya gelan û gelê Kurd pêk bîne pir xebitî. Lewma hem li Rojava hem jî li başûrê Kurdistanê bû pêşeng û mamosteyekî başe. Her tim li gorî şêweyê xwe daxilî kar û jiyana xwe bû. Li gorî min tu kes nikare şûna wî tije bike ji ber ku taybetî û rengîniya wî tenê aydê wî bû û şopa wî lê dima. Lê ji hêla fikr, felsefe û hestan em ji bo heman armancê dixebitin lewma gelek xalên mirov digehînin hev hene. Ji ber ku li vir li ber xayînan, dagirkeran serî natewînî û ji bo azadiya Kurdistanê gelek aliyên hevpar ên em vê têkoşînê mezin bikin hen.e Di tevahiya xebatên rojnamegeriyê de girîngiyê mezin da têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê û li dijî vê hewl da di her Kurdekî/ê de ruhê welatparêziyê pêş bixe. Me bi hev re li başûrê Kurdistanê xebat meşandin û tevahiya xebatên wî ji bo teşhîrkirina dagirkerên tirk û nokerên wan bû û dixwest fikra Kurdê/a azad derxîne holê. Ji ber vê taybetiya wî jî li başûrê Kurdistanê her kesî ji wî hez dikir û jê re rêz digirtin.”
'ZIMANÊ PÊŞXISTÎ PÊŞIYA MEDYAYA ŞERÊ TAYBET GIRT’
Bêrîtan Zagros, diyar kir ku Koyluoglû bi zanebûn hedef hate girtin û ev tişt anî ziman: “Bi saya têkoşîna wî dagirkerî û xiyaneta li herêmê hate teşhîrkirin. Li cihekî dagirkerî, zilm, nelirêtî, xiyanet lê heye me got ku hewldan heye rastiyan ji gel veşêrin. Hevalên me Nagihan Akarsel, Gulistan Tara, Hero Bahadîn û heval Ezîz lewma hedef hatin girtin. Bi xebatên xwe li dijî derew, nelirêtî û zilma hikûmeta Herêma Federe derketin, polîtîkayên nokeriyê yên bi dijminên Kurdan re teşhîr kirin û ji bo pêşxistina civaka exlaqî û polîtîk têkoşiyan. Bi weşanên xwe ruh û zanebûna neteweyî pêş xist. Bi taybet jî ji bo avakirina yekitiya rojnamegerên Kurd, ji bo pêşxistina helwestekî hevpar a li dijî sansûr, girtin û êrişan kete nava hewldaneke taybet û encam girt. Bi zimanê pêşxistî re heta astekê pêşiya manîpulasyon û şerê taybet ê medyaya Parastin-MÎT’ê girt. Bi bernameya ‘Rojava Başûr’ re rastiya li Başûr û Iraqê vegot û bû paca vegotina rastiya li vê herêmê. Piştî şehîd Seyîd Evran Necmedîn Salaz, di mijara ragihandina rastiyên li başûrê Kurdistanê de tu caran valahî çênekir û tevî hemû gef û êrişan jî heta dawiya jiyana xwe têkoşîna û paşvegav neavêt. Li gorî min hevalê Ezîz bi vê sedemê hedef hate girtin. Mimkin nîne bêyî îstîxbarata herêmî ya Başûr êrişeke wiha hatibe kirin.”
'NETIRSIN WAN BÊHTIR BITIRSÎNIN’
Bêrîtan Zagros, bi lê kir ku ji Apê Mûsayna heta Gurbetellî Ersozan têkoşîna Çapememiya Azad a ji bo derxistina rastiyan tu caran nesekinî ye û got: “Me ev rastî di şehadeta hevalên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de jî bi vekirî dît. Heke ne ji cisaret û xebatên wan bûya, mimkin nedibû ku em berxwedan û lehengiya li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hîn bibin. Mimkin nedibû ku berxwedana li wir were dîtin, hakimbûna psîkolojîk a dewletê were şikandin û planên dewleta tirk vala bên derxistin. Lewma tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin. Çapemeniya Azad bi taybet hedef digirin. Gelek rojnamegerên bi nav û deng gotin; ‘netirsin, bidin tirsandin.’ Anku çavê îktîdarê li ser Çapemeniya Azad e lewma dibêjin ‘mezintirîn dijminên zaliman e.’”
'BERSIVA HERÎ WATEDAR HILGIRTINA PÊNÛSA WAN E’
Rojnameger Bêrîtan Zagros, anî ziman ku rojnameger bi zanebûn hedef tên girtin û qetilkirin û got: “Tekane rêya pêşîlêgirtina êrişên ser Çapemeniya Azad û rojnamegerên li ser vê xetê ew e ku tora Çapemeniya Azad were berfirehkirin û xwegihandina rojnamegerên li ser xeta heqîqetê dixebitin. Li Filistîn, Sûriye, Rojhilata Navîn û welatên din bi sedan rojnameger hatin qetilkirin lê ne rêxistinên mafên mirovan ne jî rêxistinên qaşo rojnamegeran diparêzin dengê xwe bilind nekirin. Ev rêxistin ne ji bo mafên rojnamegeran ne jî ji bo mafên mirovan têkoşîneke hêja nemeşandin. Xwe kerr û bêdeng kirin. Li gorî îstatîstîkên IFJ'ê, di sala 2024’an de piranî jê li Rojhilata Navîn bi giştî 104 rojnameger hatin qetilkirin. Lê belê li Kurdistanê hêj gelek rojnameger winda ne. Ev yek ji hêla azadiya raman û çapemeniyê ve cihê fikarê ye. Bi taybet jî rojnamegerên li herêmên şer hedef tên girtin. Piştî Filistînê herî zêde li Kurdistanê rojnameger tên qetilkirin. Dewleta tirk rojnamegerên Kurd û muxalîf digire an jî qetil dike. Lê bersiva herî baş a li dijî vê mezinkirina Çapemeniya Azad û hilgirtina pênûs û kamerayên hevalên hatine qetilkirin e.”
BERTEK NÎŞANÎ RÊXISTINÊN ROJNAMEGERAN DA
Zagros, bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên rojnamegeran û mafên mirovan da û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek saziyên navneteweyî yên rojnamegeran diparêzin hene lê pêşî li van êriş û komkujiyan nagirin. Wê demê divê rojnameger bibin yek û sûcên dewleta tirk û dewletên din dikin bikin rojev û ji bo qanûnên bikevin meriyetê bêhtir bixebitin. Bi taybet jî divê rojnameger û saziyên navneteweyî bi rojnamegerên Kurd re hevkariyê bikin. Pêdivî bi mezinkirina Çapemeniya Azad heye. Dewleta tirk û PDK bi tecrîdkirina rojnamegeran, bi sansûr, astengkirin, gef û qetilkirinan dixwazin rastiyê veşêrin lê divê em mezintir bibin û bêhtir belav bikin. Sedema girtin û qetilkirina ewqas rojnamegeran, ev bêhelwestiya van rêxistinên rojnamegeriyê ye. Heke bertekeke cidî hebûya dê heval Ezîz hedef nehata girtin. Em ê têkoşîna wî ji me re hiştî nîvco nehêlin û xwedî lê derkevin.”
MA / Zeynep Durgut