NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên girêdayî PDK’ê bi ser ofîsa Televîzyona KNN’ê ya li Hewlêrê de girtin.
Hêzên girêdayî PDK’ê bi ser ofîsa kanala Televîzyona KNN’ê ya li Hewlêrê de girtin. Televîzyonê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku demekî kin beriya niha bi ser ofîsa wan de hatiye girtin û hemû ekîpman, alav û amûrên li ofîsê û telefonên xebatkaran hatine desteserkirin.
Têkildarî sedema serdegirtinê tu agahî nehatin bidestxistin.