ÇANAKKALE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku her kes peyama Abdullah Ocalan mereq dike û wiha got: “Peyama birêz Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Tesîsên Civakî ya Şaredariya Bajarokê Kepezê ya Çanakkaleyê civîna “Nan Edalet û Aştiyê” li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek kes tev li civînê bûn. Bakirhan, di civîna gel de diyar kir ku rojên dîrokî dijîn û got ku DEM Partî partiya hemû kedkar, jin, ciwan, bawerî, çand û derdorên cuda ye. Bakirhan, anî ziman ku DEM Partî, tekane rêya rizgariya gelên Tirkiyeyê ye.
'BIRATIYA WIHA NABE’
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku gelê Kurd yek ji dînamîkên sereke yên welat in û got: “Ji Milazgirê heta Şerê Rizgariyê em bi hev re ne. Li Çanakkaleyê xwîn û xweha kal û pîrên me hene lê ev pergal dê bibêje ‘Kurd tune ne.’ Dê zimanê Kurdan qedexe bike, qeyûman tayînî îradeya gelê kurd bike û Kurdan bixe zindanan. Biratî, edalet û aştiyeke wiha nabe. Vaye em îro ji bo edalet, ked û aştiyê li vir in.”
‘PIRSGRIRÊKA ESASÎ PIRSGIRÊKA LED, EDALET Û AŞTIYÊ YE’
Bakirhan, diyar kir ku pirsgirêka sereke ya welêt nan, edalet û aştî ye û wiha pê de çû: “Kesên daxwaza mafên xwe dikin tên derbkirin, doz lê tên vekirin û tên girtin. 50 milyon kes di sînorê birçîtiyê de dijîn. 30 milyon kes nikarin di zivistanê de mala xwe germ bikin. Lê li gorî rêvebiran, welat mîna gulistanê ye. Ji wezîrê aboriyê dipirsim, dê teqawid çawa bi 14 hezar lîreyan debara xwe bikin? Malbatek dê bi 22 hezar lîreyan çawa debara xwe bike û zarokên xwe bide xwendin? Ji kerema xwe kesên dibêjin ev bes e, bila bi 22 hezar lîreyan bijîn. Em dibêjin ku heke edalet û aştî pêk bê, bila ji ewil şert û mercên jiyaneke mirovane ji teqawid, kedkar, memûr û hwd. ava bikin. Tirkiye di her qadê de, bi taybet jî ji hêla azadiyan ve li seranserî cîhanê welatê herî zêde paşdemayî ye. Îşala em ê bi hev re li dijî vê derkevin û eadlet, demokrasî û aştiyê bînin vî welatî.”
'QEDERA ME YEK E’
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Dema ez Hevşaredarê Sêrtê bûm, li şûna min jî qeyûm tayîn kirin. Îktîdara ku 22 sal in li ser sindoqê li Sêrtê winda dike, cara sêyemîn e li vî bajarî qeyûman tayîn dike. Vaye mînaka bêedaletiya li Tirkiyeyê. Ya ku li derve û hundir talankeriyê dike, ev zîhniyeta qeyûmperest û talanker a qeyûm e. Niha bi bajarên Kurdan bisînor namînin, ji ewil li Kurdistanê zilmê dikin û piştre jî ji we re dişînin. Li Esenyurtê qeyûm tayîn kirin û niha jî bi Ekrem Îmamoglû ve mijûl in. Heke dema li bajarên Kurdistanê qeyûm tayîn dikirin me seknekî hevpar nîşan dabûya, dê nekaribûna nîqaşa qeyûman bikin. Heke dema darên li Cûdî, Sêrt û Dêrsimê dihatin birîn û şewitandin me bi hev re deng biderxista, îro Çiyayên Kazê nedihatin talankirin. Ev pratîk vê nîşanî me didin; qedera Tirk û Kurdên li Tirkiyeyê yek e. Divê xerabî li her derê weke hev were dîtin. Divê em bi hev re têkoşîneke hevpar bimeşînin.
‘EM HÊJ NIKARIN BIBÊJIN PÊVAJOYA AŞTIYÊ’
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser nîqaşên ser pirsgirêka Kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 1’ê Cotmehê ve li Tirkiyeyê nîqaşek heye. Gelek nav lê tên kirin lê em jê re dibêjin pêvajoya nîqaşan. Ji ber ku hêj nediyare ka dê derbasî pêvajoya aştiyê bibe yan na. Dema qeyûm tên tayînkirin, dema zilm li gel tê kirin em nikarin jê re bibêjin ‘pêvajoya aştiyê.’ Duh li Amedê ewqas zilm kirin ku hevalê me Vedat Ozer niha di beşa lênihêrtina awarte de ye. Em jê re şîfaya xêrê dixwazin. Ez kesên ev zilm kirin şermezar dikim û divê kirariyên pêwîst derheqê kesên ev îşkence kirin de bên destpêkirin. Ji ber van kiriyaran em nikarin nav li pêvajoyê bikin. Lê em dixwazin derbasî pêvajoya aştiyê bibe. Heke destê xwe ji bo aştiyê dirêj dikin bila jidil bin nexwe bila dirêj nekin.
DIVÊ ÎKTÎDAR JIDIL BE
Li rexekî nîqaşên çareseriyê li rexa din bi destê çeteyan êriş dibin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ma tiştekî wiha dibe? Li vir nîqaşa aştiyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê top, tifing û xerabî. Aştî wiha nabe. Heke aştiyek çêbibe, divê Tirkiye, herêm û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bigire nav xwe. Her roj bi destê çeteyên SMO’yê êrişî Kurdan dikin. Her roj êrişî Bendava Tişrînê dikin. Dema ev êriş dibin, nabe ku li vir qala aştiyê were kirin. Ma xelkê Nisêbînê nabêje; ‘dema xwişk-birayên me yên li Qamişloyê tên qetilkirin hûn navê pêvajoya aştiyê çawa lê dikin.’ Divê îktîdar jidil be, rastiyên Rojhilata Navîn bibîne û demokrasiyê pêş bixe. Em bang dikin ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike. Ev pêvajo bi gotinan nabe. Em li benda pratîka şênber in. Em mitîngê dikin û ew piştî mitîngê îşkenceyê li ciwan û jinan dikin. Ma Tirkiyeyeke wiha dibe? Divê dewlet dev ji lîstikan berde û jidil be.”
'WERIN EM TIFAQA KURD-TIRKAN JINÛVE ÇÊBIKIN’
Bakirhan, diyar kir ku divê çareseriya pirsgirêka Kurd li gorî “ruhê Çanakkaleyê” be û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin pêvajoyeke li gorî ruhê Çanakkaleyê, Milazgirê û tifaqa Kurd-Tirkan a berê be. Kal û bapîrên me bi hev re têkoşiyan û li şehîdgeha Çanakkaleyê gorên bapîrên me tevan hene. Heke çareseriyek çêbibe divê li gorî ruhê Çanakkaleyê be. Divê ruhê ku neviyên tevekan wekhev dibîne be. Em dibêjin ku werin em tifaqa Kurd û Tirkan a li Çanakkaleyê jinûve çêbikin. Heta niha her tiştê me înkar kirin. Êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nekin. Bapîrên xelkê me yê Rojava li Çanakkaleyê şehîd bûne û li gorî bîranîna wan tevbigerin.
DÊ DI PEYAMA BIRÊZ OCALAN DE RUHÊ ÇANAKKALEYÊ HEBE
Raya giştî pir mereq dike. Gelo dê birêz Ocalan bang bike yan na, dê çi bangê bike? Em ne li cem birêz Ocalan in lê dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk bangekî girîng bike. Em dizanin ku dê Tirkiye bêhnê bistîne. Lê ez bi kurtasî wiha bibêjim; peyama birêz Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be, dê di peyamên wî de ruhê Çanakkaleyê hebe. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li vê bangawaziyê derkevin. Dixwazim hûn piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Aştî dê tenê bi Kurdan nede qezenckirin, ji ewil dê bi teqawid, karker û kedkaran bide qezenckirin.
DEMA AŞTÎ ÇÊBÛ DÊ DERIYÊN EDALETÊ LI ME TEVAN VEBIBIN
Aştî dê ji bo Kurdan, Tirkan, Ereban, Elewiyan, jinan û ciwanan wekhev be. Dê ji Kurdan re aştî ji kedkaran re kedxwarî nebe. Heke em bikarin aştiyê çêbikin, em tevek dê di nava demokrasî û refahê de bijîn Lewma aştî ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka me tevan e. Divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Dema aştî hat dê deriyên edaletê li me tevan vebibin.”