NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteyên ku mûçeyên wan nayên dayin çalakiyê li dar dixin û ber bi Hewlêrê bi rê ketin. Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnaw gefa êrişê li mamosteyan xwar.
Mamoste û xebatkarên Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber ku mûçeyên wan nayên dayin, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyeyê kon vedan û çalakî dan destpêkirin. Çalakî di roja 13’an de didome. Çalakvanan duh biryar dan ku çalakiya xwe veguhêzin Hewlêrê. Çalakvan îro di danê sibehê de bi gelek wesayîtan ber bi Hewlêrê ve ketin rê. Li gorî nûçeya Rojnewsê; çekdarên PDK’ê jî li seytere û nava Hewlêrê ketine nava liv û tevgerê. Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnaw jî têkildarî mamosteyan daxuyanî da û gef lê xwar.
Umêd Xoşnaw diyar kir ku heta niha kesê destûra xwepêşandanê ji wan negirtiye û got: “Heke hin kes bixwazin xwepêşandanan bikin û rêz li qanûnan negirin, wê destwerdan were kirin. Hewlêr mêvanperwere lê taqeta wê ji wergirtina mêvanên bi vî rengî re nîne.”