AMED - Welatiyên tev li mitînga “Ji bo aştiyê azadî” bûn, gotin: “Heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe, gel jî azad nabe. Nifteya aştiyê di destê birêz Ocalan de ye.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nîqaşkirina peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên piştî hevdîtinan, “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de bi gel re civîn li dar xist, çalakiyên cur bi cur û mitînga li dar dixe.
Bi pêşengtiya DBP û DEM Partiyê duh li Qada Stasyonê ya Amedê bi beşdariya bi hezaran kesan mitînga “Ji bo aştiyê azadî” hat lidarxistin. Welatiyên tev li mitîngê bûn ji ajansa me re axivîn û gotin bêyî Abdullah Ocalan aştî pêkan nîne. Welatiyan, gotin ku ew bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tev li mitîngê bûne û wiha gotin: “Nifteya aştiyê di destê birêz Ocalan de ye. Heta birêz Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Em ê bi azadiya Rêbertiya xwe dest bi azadbûnê bikin.”