AMED – Di biryara weke hinceta tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaşê hatiye nîşandan de hate îdiakirin ku nûçeyên di ajansa Sofya Alagaş xwediya wê de hatine weşandin, xebata rojnamegeriyê nîne.
Hevşaredara Sêrtê ya DEM Partiyî Sofya Alagaş a di 29’ê Çileyê de ji peywirê hate girtin û li şûna wê qeyûm hate tayînkirin. Weke hincet jî cezayê hefsê yê di dosyaya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin hat nîşandan.
Sofya Alagaş, beriya bibe hevşaredar ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê dihat darizandin. Di danişîna doza wê ya 28’ê Çileyê de biryar hate dayin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da. Dadgehê, hinceta biryara xwe ya ji 29 rûpelan pêk tê eşkere kir. Di biryarê de cih dan mutalaaya dozger, parastinên Sofya Alagaş û parêzerê wê û îfadeyên şahidên nepen.
Hinek nûçeyên ku dema Sofya Alagaşê midûriyeta JINNEWS’ê dikir hatibûn weşandin, weke “sûc” hatin îdiakirin. Her wiha parvekirinên li ser medyaya dijîtal û amûrên pîşeyî yên di serdegirtina malê de hatin bidestxistin jî weke “sûc” hatin nîşandan.
BIRYARA NEŞOPANDINÊ RAKIR LI DOSYAYÊ ZÊDE KIR
Lêpirsîna di sala 2016’an de ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Gazîosmanpaşayê ve hatibû destpêkirin û bi biryara “neşopandinê” biencam bûbû jî li biryar bihincet de hate zêdekirin. Lêpirsîna behsa xeberê spartibûn îfadeyên şahidê nepen ê bi navê "1 nolu tanık". Dihat îdiakirin ku Sofya Alagaş “xebatên rêxistinî” dimeşîne û piştre biryara neşopandinê hate dayin. Lê belê ev biryar hate rakirin û li dosyaya li Amedê tê meşandin û ceza hatibû dayin hat zêdekirin. Îfadeyên şahidê nepen jî di biryara bihincet de cih girt.
QAŞO NÛÇE NE KARÊ ROJNAMEGERIYÊ NE!
Endamtiya Sofya Alagaşê ya Komeleya Rojnamegerên Azad ku di sala 2016’an de bi KHK’ê hatibû girtin, hate krîmînalîzekirin. Îfadeyên şahidê nepen ê bi koda "K8Ç4B3LIT5" ku li ser nivîsa Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ya di 10’ê Kanûna 2024’an de di danişîna 6’an de axivîbû û di dosyaya 11 rojnamegerên hatibûn girtin de gotibû “Ez li ser navê dewletê xebitîm” jî di biryara bihincet de cih girt.
Şahidê nepen ê behsa xeberê diyar kiribû ku Sofya Alagaş li JINNEWS’ê midûra şîrketê ye û îdiaya “propagandaya rêxistinê” kirie. Di biryara bihincet de jî ev îdiaya sosret hate kirin: “Nûçeyên hatine weşandin xebatên rojnamegeriyê nînin.” Di biryara bihincet de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza hate dayin.
ENDAMÊ DADGEHÊ: ŞAHIDÊ NEPEN NABE HINCETA BIRYARÊ
Her wiha di biryarê de cih da hinceta dadgerê li dijî biryarê deng bi kar anî jî. Dadgerî/ê di hinceta xwe de got “Di nûçeyên hatine çêkirin de weşangeriyeke li gorî fikrên KCK/PKK’ê hatiye kirin” lê belê ev rewş bi tena serê xwe ji bo “endamtiya rêxistinê” nabe xisûseke têrker. Dadgerê/a endam got ku nabe ku îfadeyên şahidên nepen jî ji bo hukm were dayin bi tena serê xwe weke sedem were nîşandan û got: “Di dema teqîbatê de li îfadeyên şahidê nepen ‘01 nolu’ nehatiye guhdarîkirin. Lewma nabe ku li gorî vê hukm were dayin.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel