MÊRDÎN - Li Mêrdînê di hotêleke di bin venihêrîna wezaretê de şewat derket lê ji raya giştî hate veşartin. Derket holê ku agirkujiyê di 19’ê Çileyê de li hotêlê kontrol kiriye û gotiye ku tevdîrên şewatê guncav nînin lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin.
Di 7’ê Çileyê de li Hotêla Ramada Plaza By Whyndhan a li navçeya Artuklu ya Mêrdînê şewat derket. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji ber kapasîteya odeyan ev hotêl dikeve ber qada venihêrînê ya Wezareta Çand û Turîzmê û şewata li beşa SPA-Saunayê derketî ji hêla komên agirkujiyê ve hate vemirandin. Di kontrolan de derket holê ku şewat ji ber erzeya xetên ceyranê derketiye. Ji ber şewatê xesarên madî çêbûn û 6 mêvanên li hotêlê ji dûyê bibandor bûn. Hinek kes jî sivik birîndar bûn. Şewat nêzî 2 saetan domiya û hat zanîn ku di dema şewatê de pergala vemirandina şewatê neketiye meriyetê û ev şewat ji raya giştî hate veşartin.
Li gel ku yek ji mezintirîn hotêlên Mêrdînê ye û hotêleke luks e, di heman demê de burokratên bajêr jî li vir dimînin. Balkêş e ku şewata li Hotêla Ramadayê ji raya giştî hate veşartin. Hat zanîn ku tevî rapora şewatê ya hotêlê neyînî jî ye dîsa xebatên xwe domandiye.
RAPOR NEYÎNÎ YE LÊ XEBATÊN WÊ DIDOMIN
Piştî şewata li Kartalkaya ya li Boluyê ku 78 kesan jiyana xwe ji dest dan, komên Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, di 19’ê Çileyê de li hotêlê veniherîn kir. Di venihêrînê de hate tespîtkirin ku tevdîrên şewatê yên hotêlê guncav nînin. Rapora hatiye amadekirin ji Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Walîtiya Mêrdînê re hate şandin û hat xwestin ku venihêrînên pêwîst ên li hotêlê bên kirin. Hat xwestin ku kêmasiyên di hotêlê de di nava 15 rojan de bên temamkirin. Hat zanîn ku tevî 15 roj derbasbûn jî kêmasî nehatin temamkirin û Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar jî ji bo sekinandina xebatên hotêlê tu kirarî nehatine kirin.
Li hêla din hat zanîn ku hotêla behsa xeberê ya ji rêveberên AKP’a Mêrdînê yê berê Ekrem Sumer û birayê wî Bulent Sumer e.
MA / Ahmet Kanbal