SÊRT - Ahmet Gogun li girtîgehê bi guleyekê birîndar bû. Bi ser bûyerê re 18 meh derbas bûn lê hêj jî nehatiye tespîtkirin ka gule ji ku hatiye û kê avêtiye.
Ahmet Gogun li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik di 28’ê Nîsana 2023’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Gogun, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin û di 6’ê Tebaxa 2023’yan de dema li hewşa girtîgehê, bi guleyeke nehat tespîtkirin ka ji ku hatiye birîndar bû. Gogun, ji gurçika xwe birîndar bû û ji ewil birin nexweşxaneya li kampusê û piştre jî birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Gogun, piştî tedawiya li nexweşxaneyê dîsa anîn girtîgehê û li Qereqola Huzurê îfadeya wî hate girtin.
Gogun, di 5’ê Cotmeha 2023’yan de tehliye bû. 6 meh piştî tehliyeyê îfadeya wî hate girtin û tevî bi ser re demekî dirêj derbas bûye jî hêj nehatiya tespîtkirin ka gule kê avêtiye û ji ku hatiye.
'ÎFADEYA MIN A GIRTÎGEHÊ PAŞGUH KIRINE’
Gogun, bal kişand ser îfadeya xwe ya piştî tehliyebûnê û got: “Li vir giliyê me esas girtin. Me dît ku îfadeya me ya li girtîgehê esas nehatiye girtin û hatiye paşguhkirin. Tevî bi ser re ewqas dem jî derbas bûye, bi tu awayî li me venegeriyan. Tu ewlehiya hevalên li wir nîne.”
Gogun, da zanîn ku gule bi awayekî rashatî li wî neketiye û axaftina xwe wiha qedand: “Heke ez li ser pêyan bûma û leza guleyê daneketibûya û bi serê min biketa, dibûya ku min jiyana xwe ji dest dabûya. Me gule radest kir lê dîsa jî encam jê derneket. Bifikirin ku girtîgeha bi ewlekariya bilind e lê gule dikarin bikevin hundir. Ev girtîgeheke çawa ye? Divê jiyana mirovan ewqas erzan nebe. Beriya niha jî gule hatiye lê li tu kesekî neketiye.”