STENBOL - Rojnamevan Alî Bariş Kûrt, piştî cezayê ku ji ber xebatên rojnamevaniyê lê hatibû birin hat erêkirin, hat girtin.
Rojnamevan Alî Bariş Kûrt, piştî ku 2 sal û 4 meh cezayê lê hatibû birin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, duh li Stenbolê hat binçavkirin. Kûrt ku ji ber parvekirinên medyaya sanal û xebatên rojnamevaniyê hat twanbarkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Bostanci ya Stenbolê.
Kûrt, îro sewqî Edliyeya Kartalê hat kirin û piştî biryara Dadgeha Bilind hat xwendin hat girtin. Kûrt şandin Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa L a Maltepeyê.